Karmendek 28 sal e bêyî bêhnvedan kar dike

04-03-2017
KARWAN ELÎ
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Dêrelûl Mişextî Ehmed Karmend Tendurustî
A+ A-

Dêrelûk (Rûdaw) – Welatiyekî akinciyê bajarokê Dêrelûka bajarê Duhokê yê bi navê Mişextî Ehmed ev 28 sal in di kerta tendurustiyê de kar dike lê tenê rojekê jî ji bo neçûna kar destûr wernegirtiye. Mişextî Ehmed di dirêjahiya karê xwe de zêdetirî 20 spasname û rêzgirtin ji hikûmetê wergirtine.

 

Rojên malbata Mişextî Ehmed weke rojên malbatên din ên karmendên hikûmetê derbas nabe. Ji ber ku wî di 28 salên karê xwe yê hikûmetê de tenê rojekê jî destûra bêhnvedanê nexwestiye, xweşî û nexweşî, sar û germa, her roj çûye ser karê xwe.

 

Hevjîna wî dibêje; “Ji bo me cihê serbilindiyê ye ku xizmeta welatê xwe û gelê xwe dike. Nexweşiyên me çêdibin, serdan dibin lê wî rojek jî dest ji karê xwe bernedaye. Niha êdî me divê hinek bêhna xwe vede.”

 

Mişextî Ehmed weke fermanberekî pêgir tê naskirin. Ew her roj diçe Binkeya Tendurustiya Dêrelûkê.

 

Mişextî Ehmed dibêje; “Ev 28 sal in ez kar dikim. Ez hez ji wergirtina destûra bêhnvedanê nakim, hez ji karê xwe dikim. Min divê karê min bi başî bigihe encamê.”

 

Karmendê tendurustiyê Mişextî Ehmed di sala 1988ê de Peymangeha Tendurustiyê ya Silêmaniyê xilas kiriye û yekemîn car jî di sala 1990ê de li bajarê Tîkrîtê weke fermanber dest bi kar kiriye. Ew niha endamê lîjneya çavdêriya tendurustiyê ye.

 

Dikandar Remezan Hecî Ebdullah jî dibêje; “Mişextî di karê xwe de pir dilsoz e. Ew ferq û cudahiyê naxe nav karê xwe. Lewma em dizanin ew ji bo silametiya me çavdêriya karê me jî dike.”

 

Mişextî Ehmed ji ber rijdbûna xwe ya kar û dilsoziya xwe, heta niha ji saziyên hikûmetê 20 spasname û rêzgirtin wergitiye. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst