Li Amûdê xutbe bi kurdî tê xwendin

04-03-2016
Nûreddîn Osman
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Amûd (Rûdaw) – Ev bûye demek, Li mizgefta Fetih li bajarê Amûdê, xutbeya înê nema bi erebî tê xwendina û niha her înê xutbe bi zimanê kurdî tê xwendin.

Li mizgefta Fetih li bajarê Amûdê ev 4 sal in ku xutbeya înê bi zimanê kurdî tê xwendina. Ji ber ku beşekî mezin ji nştecihên Amûdê kurd in Melê Welîd Mejdel melê mizgeftê ev 4 sale ku xutbeya xwe di roja înê de bi kurdî dixwîne û vê yekê bala xelkê bajêr kişandiye û xelkê bi piranî berê xwe didine wê mizgeftê.

Berî niha li seranserî bajarên Rojavayê Kurdistanê, xutba roja înê, tenê bi zimanê erebî dihat xwendin, û qedexebû ku bi zimanê kurdî bê xwendin, lê niha piştî ku xwepêşandan li dijî desthilata hikûmeta Sûriyê derketin, hêza dezgehên ewlekariyê kêm bû, û roj biroj qedexe li ser zimanê kurdî nema, heya ku niha li vê mizgeftê jî xutbeya înê bi kurdî tê xwendina. Ev bûye cihê dil xweşiya mirovên temen mezin, ji ber ku ew baş bi zimanê erebî nizanin.

Li bajarê Amûdê, tenê li mizgefta Fetih xutbe bi zimanê kurdî tê xwendin, lewra gellek xelkên vî bajarî, berê xwe didin vê mizgeftê daku bingehên ola xwe bi zimanê kurdî bibîzin û bicî bikin.

Piştî ku xwendina xutbê bi dawî tê, mele li pêşiya nimêjkiran nimêj dike û bi zimanê kurdî jî dest bi dia dike û diayê herî sereke li cem nimêjkeran, ew e ku welatê wan aram bibe.

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst