Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê otomobîla malbateke ku ji serdana kurê xwe yê girtî vedigeriya qeza kir.
Di qezayê de dayîka kesê girtî canê xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.
Nûçegihanê Rûdawê yê Dêrsimê Alî Haydar Gozlû ragihand ku hejmarek endamên malbata Guneşan ku bixwe ji Amedê ne, li parêzgeha Erzinganê çûn serdana kurê xwe yê girtî.
Lê di rêya vegerê de otomobîla ku Haci Guneş diajot dema li ser rêya sereke ya Dêrsim-Pilemuriyê hewl dida barhilgirekî derbas bike, ji rê derket û li zinarê li kêlika rê qeilibî.
Li gorî zanyariyan, dayika kesê girtî Vahîde Guneş a 65 salî di qezayê de canê xwe ji dest da û 1 ji wan giran 4 kesên din ên di otomobîlê de jî birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê.
Hat ragihandin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse