Li Bakurê Kurdistanê penceşêr: 'Pirsgirêka ziman dibe sedem ku nexweşî dereng bê teşxîskirin'

Amed (Rûdaw) - Wekî cîhanê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî rêjeya penceşêrê sal bi sal  zedetir dibe.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi deh hezaran welatî bi nexweşîya giran pençeşêrê re têdikoşin.

Li gorî statîstikên tenduristiya Tirkiyeyê salane nêzîkî 250 hezar kes bi vê nexweşiya metirsîdar dikevin û nêzîkî ji sedî 50yê van nexweşan jî ji ber penceşêrê canê xwe ji dest didin.

Her waha ji sedî 20ê mirinên salane jî ji ber pençeşêrê ye.

Li gorî encama lêkolînan li Tirkiye û Bakurê Kurdistanî rêjeya pêketina bi penceşêrê ya mêran ji ya jinan zêdetir e.

Li gorî statîstîkan mêr bi rêjeya ji sedî 55.5 herî zêde bi penceşêra pişikê, jin jî bi rêjeya ji sedî 48.6 herî zêde bi pençeşêra memikan dikevin.

Hem di nav jinan de hem jî di nav mêran de nexweşiya herî kujer jî penceşêra pişikê ye.

Çar caran bi penceşêrê ketiye û ji malbata wî 6 kes bi penceşêrê mirine

Ji malbata Şukrî Abay jî şeş kes bûne qurbaniyên penceşêrê.

Abay dêya xwe, xwişkeke û birayekî xwe û sê xalên xwe ji ber penceşêrê binax kirne.

Ew bi xwe jî çar caran bi penceşêrê ketiye û her çar caran jî wî penceşêrê têk biriye.

Piştî ew ji nexweşiya giran rizgar bûye jî wî komeleya têkoşîna bi penceşêrê ava kiriye û niha ew li Amedê alîkarî û şêwirmendiya nexweşên penceşêrê dike.

“Li Amedê 18 hezar nexweşên pençeşêrê hene”

Serokê Komeleya Têkoşîna Bi Pençeşêrê re Şukrî Abay got, “Li herêma Amedê li bajêr, navçe û gundan li gorî tesbîta me 18 hezar nexweşên pençeşêrê hene.

Li nexweşxaneyên bajêr her roj 250-300 kesên ku bi penceşêrê ketine tedawî dibinin.”

Amarên penceşêrê yên taybet bi bajarên Kurdan nîn in lê pispor amaje bi çend xalên girîng dikin ku li bajarên Kurdan dibe sedema berbelavbûn û rêgiriya tedawiyeke serkeftî ya li hember her cûre penceşêrê.

“Pirsgirêka ziman dibe sedem ku nexweşî dereng bê teşxîskirin”

Bijîşkê Pispor ê Penceşêrê Xalis Yerlîkaya wiha anî ziman, “Li hêrêma me nexweş dereng tên teşxiskirin.

Çend sedemên vê yeke hene. Belengazî, nezanî û em bejin derfetên kêm yên aboriyê herwiha pirsgirêkeka ziman heye.

Di qada tenduristiyê da bi zimanê zikmakî, zimanê dayîkê, zimanê me xizmeta tenduristiyê nayê kirin.

Ev jî pirsgirêkek e. Bi rastî ev jî dibe sedem ku dereng teşxis tê kirin.”

Nêzîkî 200 cûreyên penceşêrê hene

Li gorî beşa onkolojiyê nêzîkî 200 cûreyên penceşêrê hene û li cîhanê jî ji van cûreyan nêzîkî 20 cûr herî berbelav û metîrsîdar in.

Her çendî teknolojiya tenduristiyê pêş jî dikeve di sedsala 21emîn de hîn tedawiyeke ji sedî sed serkeftî ya li hemberî penceşêrê nehatiye dîtin û serederiya bi penceşê rê gelekî zehmet û giran e.

“Divê mirov salê carekê xwe kontrol bike”

Bijîşkê Pispor ê Penceşêrê Mahmût Îlhan got, “Bi kurtasî em dikarin bejin ku mirovek ku hat 40 saliya xwe divê salê carekê xwe kontrol bike û ev şert e.

Tedawîya herî baş a pençeşêrê ew e ku meriv bi penceşêrê nekeve.

Ji bo wî lazim e tu çi bikî? Lazim e tu cixarê ji jiyana xwe derxî, xwarin û vexwarinên xwe miqate bî, lazim e tu qelew nebî, lazim e tu werzîşê bikî, xewa xwe ya pêwîst li gorî temenê xwe 7 saetan bistînî.

Lazim e tu bi şev razê bi roj rabî, kare te baş be, tenduristiya te li cîh be herwiha stresa te kêm be.”

Li cîhanê salane 19 milyon kes bi penceşêrê dikevin

Wekî Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê rêjeya penceşêrê li her welatî sal bi sal zêdetir dibe.

Li gorî Rexıstina Tenduristiyê ya Cîhanê salane li seranserê cîhanê 19 milyon 500 hezar kes bi penceşêrê dikevin û ji vana 10 milyon kes bi penceşêrê dimirin.