Yenîden Refah bi AK Partiyê re tifaqê nake: Li Rihayê dê encam çi be?

04-02-2024
RÛDAW
Nîşan Partiya Yenîden Refahê Hilbijartin Riha Mehmet Kasim Gulpinar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Yenîden Refahê ya ku hilbijartinên borî bi AK Partiyê re di hevpeymaniyekê de bû vê carê di nav wê de cih negirt.

Partiya Yenîden Refahê (Partiya ji Nû ve Refahê) li Rihaya Bakurê Kurdistanê mîtîngek li dar xist.

Piştî ku AK Partiyê kesekî din ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê kir berbijêr, Mehmet Kasim Gulpinar ku 4 geran parlamenterê AK Partiyê bû, dest ji wê partiyê berda.

Mehmet Kasim Gulpinar vê carê li Rihayê berbijêrê Şaredariya Bajarê Mezin ê Partiya Yenîden Refahê ye.

Berbijêrê Partiya Yenîden Refahê yê Rihayê Mehmet Kasim Gulpinar got:

“Wek Urfayiyekî, wek hembajariyekî we zelal û eşkere dibêjim, ez nehatime ku bibim serokê şaredariyê, nehatime li vê derê wek serokê şaredariyê bêm hilbijartin.

Hûn dibêjin çima hatiye? Ev qelebalix çima kom bûye? Ez ji ber xatirê vê qelebalixê, ji ber ku hûn ji min hez dikin îro li vê derê me.”

Partiya Yenîden Refahê di hilbijartinên 14ê Gulana 2023yan de hevpeymanê AK Partiyê bû.

Di wê hilbijartinê de ji lîsteyên AK Partiyê 5 kursiyên parlamentoyê bi dest xistin.

Serokê wê partiyê piştî danûstandinên bi AK Partiyê re, biryar da di hilbijartinên şaredariyan de ku 31ê Adarê tên kirin, bi lîsteya xwe beşdar bibe û roja 10ê Sibatê berbijêrên xwe radigihîne.

“AK Partî bi pêşniyareke dadmend û hevseng nehat”

Serokê Partiya Yenîden Refahê Fatih Erbakan anî ziman:

“Belê, di hilbijartinên borî de ji sedî 60ê rêxistinên me li dijî hevpeymaniyê bûn lê me ji bo welat û miletê xwe ew gav avêt, ji bo vê hilbijartinê ji sedî 95ê rêxistinên me dijî hevpeymaniyê ne.

Di hevdîtinên navbera şandeya partiya me û şandeya AK Partiyê de, me dît ku şandeya AK Partiyê bi pêşniyareke dadmend û hevseng nehatiye.

Lewra me biryar da di hilbijartinên şaredariyan de bi AK Partiyê re hevpeymaniyê nekin.”

Fatih Erbakan kurê damezrênerê Partiya Refaha Îslamî û piştre Fazîleta Îslamî Necmettîn Erbakan e ku her du partî jî hatin girtin.

Di destpêka salên 80yî yên sedsala borî de Recep Tayyîp Erdogan bi Partiya Refahê re pêwendî danî û Adara 1994an li ser lîsteya wê partiyê wek Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê hat hilbijartin.

Piştre 2001ê AK Partî damezrand û di hilbijartinên yekem de ku 2002an hat kirin, 363 kursî bi dest xistin û bi tenê hikûmet pêk anî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst