SILÊMANÎ – Xwendekarek li dibistanê mir

Hewlêr (Rûdaw) – Li dibistana gundê Çeqlaweyê yê Silêmaniyê xwendekarekî bi navê Lewend canê xwe ji dest da.

Rêvebirê Saziya Hawarçûnê ya Silêmaniyê Saman Nadir ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ku xwendekarekî canê xwe ji dest daye û 7 an 8 xwendekar jî birîndar in.

Saman Nadir da zanîn ku bûyerê ji ber “gaza sobeyê” rû daye û xwendekarên birîndar li nexweşxaneyê tên dermankirin.

Tê angaştkirin ku di bûyerê de sersariya mamosteyan hebûye lê Saman Nadir ragihand ku dê rastî piştî lêkolînan derkevin holê.

Rêvebirê Perwerdeya Rojhilatê Silêmaniyê Terîfe Ebula, li gorî agahiyên ku rêvebirê dibistanê dane got ku dema ew xwendekar li polê rûniştibû bi carekê re ketiye erdê, piştre mamosteyan ew biriye jûra îdareyê lê kef ji devê wî hatiye û miriye.

Terîfe Ebula herwiha diyar kir ku bûyerê di navbera dersan de rû daye û li ser xwendekarên birîndar ti agahiyên wan nînin.

Li aliyê din, Lewend 12 salî bûye û xwendekarê polan 6an bûye.

Bavê Lewend Karwan Elî, anî zimên ku Lewend serê sibehê taştêya xwe xwariye û çûye dibistanê lê paşê ji nexweşxaneyê telefonî wî hatiye kirin û dema çûye nexweşxaneyê dîtiye ku kurê wî miriye.

Karwan Elî li ser sedema mirina kurê xwe tiştek negot û destnîşan kir ku ew dê li hêviya rapora tiba dadî bin.

Nexweşxaneya taybet a ku Lewend lê miriye jî li ser bûyerê ti hûrgilî nedan û daxuyand ku tenê zarokek hatiye xnexweşxaneyê û ew jî miriye.