Pêşniyar û daxwazên PAK û HAK-PARê ji bo tifaqê çi ne?
Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk bi daxuyaniyekê agahdarî di derbarê civîna ku li ser banga HAK-PARê li dar ketibû da. HAK-PARê, ji bo tifaqa hilbijartinan li Amedê bi PAK, TDK-TEVGER, PSK, PDK-BAKUR, PDK, Hereketa Azadî re hevdîtin kiribû û bangeke nivîskî jî dabû van aliyan.
Şandeke PAKê ya ku ji Serokê Giştî Mustafa Ozeçelîk û cîgirê serokê giştî Nurallah Timur û Vahît Aba pêk hatî, êvara 21.01.2023yê beşdarî vê civînê bûn. Partiya Maf û Azadîyan (HAK-PAR), Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Tevgera Demokratîk a Kurdistanê (TDK-TEVGER), Partiya Demokrat a Kurdistanê-Bakur (PDK-Bakur), Partiya Demokrat a Kurd (PDK), Hereketa Azadî beşdarî civînê bûn.
Mustafa Ozeçelîk derbarê wê civînê de daxuyaniyek da û têde diyar kir ku Serokê HAK-PARê Duzgun Kaplan di civînê de ev nêrînên xwe pêşkêş kirine: “HAK-PARê mafê beşdarbûna hilbijartinan bidest xistiye. Em dibêjin werin em lîsteyên HAK-PARê, deklerasyona hilbijartinê û bernameya xebatê ya hilbijartinan bi hevdu re amade bikin û li ser navê HAK-PARê em beşdarî hilbijartinan bibin.”
Bi gotina Ozçelik hemû partî û tevgerên ku beşdarî civînê bibûn, di derbarê vê pêşniyarîya Duzgun Kaplan de bîr û ray û pêşniyarîyên xwe pêşkêş kirin.
Me wek PAK di derbarê vê pêşniyarîya HAK-PARê da van nêrîn û pêşeniyarîyên xwe pêşkêş kirin:
Ozçelîk dibêje ku wan weke PAK di derbarê vê pêşniyariya HAK-PARê de ev nêrîn û pêşeniyariyên xwe pêşkêş kirin: “HAK-PARê ev 8 sal in ku bi awayekî neyênî pêşewazî li pêşniyarîyên PAKê û yên partiyên din ên ji bo hevkarî û xebatên hevbeş kirîye. Lê li gel vê helwesta HAK-PARê jî, em amadene ji îro pê ve ji bo berjewendîyên gelê xwe, xebatên hevbeş bi hevdu re bimeşînin. Lê em dibêjin bi tena serê xwe tifaqeke hilbijartinê dê ne rast be û dê di raya giştî ya Kurdistanê de bi awayekî erênî neyê nirxandin. Em dibêjin li Bakurê Kurdistanê pêwîstî bi wê yekê heye ku, ji bo tifaqeke stratejîk, mayinde ya neteweyî, demokratîk divê hinek gavên destpêkî bêne avêtin. Ji bo vê rastiyê jî, beriya her tiştî, divê em ji bo avakirina hevkariyeke neteweyî demokratîk ya ku prensîbên stratejîk ên neteweyî, Kurdistanî û xebata daxwazên acîl ên miletê Kurd bi hevra bimeşînin gavekê bavêjin û siyaseta xwe ya di derbarê tifaqên hilbijartinan de jî em wek perçeyekî vê hevkarîyê tesbît bikin. Armanca esasî ya Hevkarîya Milî, Demokratîk, avakirina tifaqeke stratejîk, mayînde ya doza azadiya Kurdistanê ye. Lê herweha Hevkariya Milî, Demokratîk, divê berîya hilbijartinên 14ê Gulana 2023yê, di dema hilbijartinan û ji bo hilbijartinên herêmî jî van hersê bernameyan bi hevdu re bimeşîne: Bernameya ji daxwazên stratejîk ên Kurdistanî pêk hatiye; bernameya ku ji daxwazên acîl ên miletê Kurd pêk hatîye; bernameya siyaset û xebatên hilbijartinê. Em dibêjin a rast ew e ku em van hersê bernameyan bi hevdu ra bimeşînin.”
Sorokê PAKê dide zanîn ku di derbarê vê pêşniyarîya wan de, Duzgun Kaplan ev tişt gotine: “Niha wext teng e. Di vê wexta kin de pêkanîna hevkarîyeke milî, demokratîk zehmet e. Werin ewil em tifaqa hilbijartinê pêk bînin. Piştî hilbijartinê jî em dikarin li ser hevkarîya milî, demokratîk biaxivin. Û heger mimkun be heta yekê sibatê di vê derbarê de hûn biryara xwe ji me ra bêjin em dê kêfxweş bin.”
Ozçelîk eşkere kir ku derbarê vê pêşniyarîya HAK-PARê de wan wek PAK van nêrîn û pêşeniyarîyên xwe pêşkêş kirin: “’Em nabêjin werin îro em cepheyeke rizgarîya neteweyî ava bikin. Di rêya tifaq, cepheyeke berfireh a stratejîk, mayînde ya neteweyî, Kurdistanî de, wek gava destpêkî, em dikarin îro hevkarîyeke milî, demokratîk pêk bînin. Ji bo vê yekê jî pêwîstî bi demeke dirêj nîne, em dikarin di demeke kurt de jî vê hevkariyê pêk bînin.
Bi awayekî giştî sîyaseta PAKê ya di derbarê Parlamentoya Tirkîyeyê û hilbijartinan da aşkere ye. Helwestên PAKê yên 8 salên bihurî jî nîşan daye ku, PAK nabêje ‘hilbijartin me eleqedar nake’. PAK dibêje, ‘Divê di hilbijartinan de, em li gorî prensîbên neteweyî, demokratîk, gelê xwe bê alternatîf nehêlin’. Lê di derbarê hilbijartinên ku dê di roja 14ê Gulana 2023yê de li dar bikevin de me hîna biryareke nihaî nedaye. PAK eve 8 sal e ku, berîya her hilbijartinekê, di nava partiyê dd pêvajoya nirxandin, gengeşî, pêşniyar wergirtinê pêk tîne. Ev jî nîşana rêzlêgirtina îradeya endamên PAKê û nîşana demokrasî û azadiya navxweyî ya PAKê ye. Ji bo vê hilbijartina ku di 14ê Gulana 2023yê de dê li dar bikeve, pêşniyariya HAK-PARê jî di nav de, em dê di nava hemû endamên PAKê yên li Kurdistanê, Tirkîyeyê û Ewropayê de pêvajoya nirxandin, gengeşî û pêşniyar wergirtinê destpê bikin. Piştî ku me pêşniyarî û meylên hemû endam û teşkîllat û komîteyên xwe wergirt, em dê di vê derbarê de civîna Meclîsa Partîya xwe li dar bixin û biryareke nihaî werbigirin. Ji ber vê rastîyê, ne mimkune ku em heta yekê sibatê bersîvekê bidin we; herweha ne maqûl e ku hûn jî di nava wexteke ewqas teng de, di nava hefteyekê de daxwaza bersîvekê li me bikin. Lê ya rast ew e ku, HAK-PAR di demeke maqûl de bersîva vê pêşniyariya me bide da ku em jî bikaribin di demeke herî kin de bersiva pêşniyarîya HAK-PARê bidin. Em dibêjin rêya herî bitenduristî û berhemdar dê ev be. Belê civîna roja 21.01.2023yê bi şiklî bidawî hat.”
Di berdewamiya daxuyaniya xwse de Ozeçelîk wiha dibêje:
“Bi vê minasebetê em dixwazin nêrînên PAKê yên di derbarê Hevkarîya Milî, Demokratîk de û hinek pêşniyarîyên wê yên di derbarê hilbijartina ku di 14ê Gulana 2023yê da dê li dar bikeve, bi raya giştî ra parve bikin.
Nêrîn û pêşniyarîyên me yên di derbarê Hevkarîya Milî, Demokratîk û hilbijartinên 14ê Gulana 2023yê de
Sîyasete ma ya di derbarê hilbijartinên 14ê Gulana 2023yê de, divê wek beşeke siyaseta me ya Hevkariya Milî, Demokratîk û beşeke xebatên ji bo daxwazên acîl ên miletê Kurd bê hûnandin. Bi vê hişmendîyê em dixwazin siyaseta xwe ya di derbarê Hevkariya Milî, Demokratîk û pêşniyarîyên xwe yên di derbarê hilbijartinên 14ê Gulana 2023yê da bi raya giştî ra parve bikin:
1) Li Bakurê Kurdistanê, ji bo pêşdebirin û serkeftina doza azadiya Kurdistanê, pêwîstiya me bi Hevkarîyeke Milî, Demokratîk ya ku li ser esasê prensîbên neteweyî, Kurdistanî bê ava kirin heye. Hevkarîya Milî, Demokratîk dikare bibe destpêka tifaqeke mayînde, stratejîk ya neteweyî, Kurdistanî ku potansîyela herî berfireh a li Bakurê Kurdistanê bibe pêkhateyên wê.
2) Hevkariya Milî, Demokratîk, dikare li ser bernameya armancên stratejîk yên doza azadîya Kurdistanê û bernameya dawazên acîl ên miletê Kurd bê avakirin.
a) Em dibêjin prensîbên stratejîk ên esasî yên Hevkarîya Milî, Demokratîk dikarin ev bin:
Qebûlkirina hebûna miletê Kurd û Kurdistanê; qebûlkirina mafê statuyeke siyasi, neteweyî, coxrafî ya li ser axa Kurdistanê; qebûlkirin û rêzlêgirtina Alaya Kurdistanê û hemû nirxên neteweyî yên miletê Kurd; rêzlêgirtin û qebûlkirina azadî û demokrasîyeke navxweyî ya ku li ser esasê mafen etnîkî, dînî, mezhebî, civakî, sîyasî, fikrî, cinsî yên hemû pêkhateyên Kurdistanê hatibe avakirin.
Hevkarîya Milî, Demokratîk ji bo pirsa Kurdên ku li bajarên metropolên Tirkeyê dijîn jî dikare vê siyasetê biparêze: Pirsa Kurdên ku li bajarên metropolên Tirkiyê dijîn, pirsa mafên zimên, kulturî û demokratîk yên Kurdan e; pirsa li bajarên metropolên Tirkiyê yên ku Kurd weke nifûs piranî ne, mafê xwe îdare kirinên herêmî ye.
b)Bernameya Daxwazên Acîl ên Hevkariya Milî, Demokratîk dikare bi kurtayî bi vî şiklî be:
Divê hebûna miletê Kurd û perwerdehîya bi zimanê Kurdî bê qebûlkirin. Divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî. Divê qedexeyên li ser navê Kurdistanê û li ber dezgeh û partîyên bi navê Kurdistanê ji holê rabin. Divê van mafan gişt di Qanûna Bingehîn û di hemû qanûnên Dewleta Tirkiyê de bêne bicihkirin. Divê hemû astengî û qedexeyên li pêşîya azadîya ramanî, dînî û rêxistinî bêne rakirin û di Qanûna Bingehîn û di qanûnên din da bêne garantî kirin. Divê hemû kesên ku ji ber xebatên xwe yên siyasî û ji ber nivîsandin û îfadekirina fikrên xwe di hefsan da ne bêne berdan û dawî li van hemû dozên hatine vekirin bê anîn. Dewleta Tirkiyê, divê hemû peymanên navnetewî yên ku îmze kirine û hemû peymanên navdewletî bicîh bîne, hemû şerhên xwe yên danîye ser peymanên navnetewî ji holê rake.
3)Li gel PAK, TDK-TEVGER, PSK, HAK-PAR, DESTPÊKA NÛ, PDK-BAKUR, PDK, HEREKETA AZADÎ, hemû partî û grûbên Kurdistanî yên ku vê bernameya Hevkarîya Milî, Demokratîk bipejirînin dikarin bibin pêkhateyên Hevkarîya Milî, Demokratîk. Hevkariya Milî, Demokratîk divê hevkarîyeke weha be ku beriya hilbijartinan, di dema hilbijartinan û piştî hilbijartinan jî berdewam be, divê ji bo Hilbijartinên Şaredariyan jî xwe amade bike. Herwiha Hevkariya Milî, Demokratîk, divê avakirina tifaqeke Kurdistanî ya mayînde, stratejîk a ku bikaribe potansiyela herî berfireh a civata Kurdistanê bibe pêkhateyên wê ji xwe ra bike armanc.
4) Hevkarîya Milî, Demokratîk, divê di hilbijartinên parlamentoyê yên 14ê Gulana 2023yê de, gelê me bê alternatîf nehêle. Li gorî vê perspektîfa ku hatîye tesbît kirin, dikare, wek dengê gelê Kurd û Kurdistanê, alternatîfa xwe ya ku, li gorî şerdan bikaribe planên cuda cuda (başdarî hilbijartinan bibe û parlamentoyê jî wek platformekê bikar bîne, beşdarî hilbijartinê bibe û sonda parlamenterîyê nexwîne, boykot û alternatîfên din) bide ber xwe pêşkêş bike. Hevkarîya Milî, Demokratîk di dema hilbijartinê de, li gel daxwazên stratejîk ên miletê Kurd, zêdetir jî dikare daxwazên acîl ên miletê Kurd bîne rojevê.
5) Hevkarîya Milî, Demokratîk, li gorî vê perspektîfa ku hatîye tesbîtkirin, di herdu tûrên hilbijartinên serokkomariyê de dikare vê helwestê nîşan bide: Kîjan namzedê serokomariyê yê ku daxwazên acîl ên miletê Kurd bipejîrîne û li ber raya giştî teahûdê bide ku dê van daxwazên acîl di Qanûna Bingehîn û di hemû yasayên Dewleta Tirkîyeyê de bicîh bike, em dê piştgiriya wî bikin.
6) Hevkarîya Milî, Demokratîk, divê lê bixebite da ku potansiyela herî berfireh a civata Kurd û Kurdistanê, partî, rêxistin û dezgehên sivîl li dor daxwazên acîl ên miletê Kurd bicivîne. Herweha divê ji bo ku li gel daxwazên demokrasî, azadî, edalet û wekhevîyê, daxwazên acîl ên miletê Kurd, jî di Qanûna Bingehîn a Dewleta Tirkîyeyê de cih bigire, divê li gel potansiyela mimkun a civata Tirkiyê di nav dîyalog û hevkariyê de be.”