Li Wanê ji bo 4 rojan xwepêşandan hatin qedexekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê civîn û xwepêşandan ji bo 4 rojan hatin qedexekirin.

Parêzgariya Wanê ragihand ku bi hinceta rê li ber êrîşan û çalakiyên li ser ewlekariya neteweyî gefê çêdikin bigrin ji roja Yekşemê 5ê Sibatê heta 8ê Sibata 2023an bo dema 4 rojan biryara qedexeyê hatiye dayîn.

Li gor daxuyaniya Parêzgariya Wanê “armanca vê biryarê ew e ku nehêlin bûyerên tûndûtîjiyê zêde bibin, planên rêxistinên terorê têk bidin û ewlekariya can û mal a welatiyan bi parêzin.”

Di daxuyaniyê de tê gotin, “Di nav sînorê parêzgeha Wanê de ji roja Yekşemê 5ê Sibatê û pê ve bo dema 4 rojan civînên derve û xwepêşandan ên li gor yasaya heyî hatine qedexekirin. Herwiha ji bo çalakiyên wek daxuyaniyên çapemeniyê, vedana kon, kampanya berhevkirina îmze, belavkirina belavokan divê destûra fermî ji rêveberiya peywendîdar bê wergirtin.”