Li 3 parêzgehên Bakurê Kurdistanê geştên asmanî hatin betalkirin

04-02-2023
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Barîna Berfê Geştên Esmanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Mereş, Semsûr û Riha yên Bakurê Kurdistanê ji ber barîna berfê û rewşa nerênî ya keşûhewayê çend geştên asmanî hatin betalkirin.

Li parêzgeha Rihayê îro Yekşemê 4ê Sibata 2023an di demjimêrên sibehê de barîna berfê zêde bûye û ligel berfê mesafeya dîtinê kêm bûye. Herwiha ji ber vê yekê jî geştên bo parêzgehên Stenbol û Enqerê yên Tirkiyê hatine betal kirin.

Saziya berpirs ragihandiye ku di demjimêrên êvarî de jî geştên hatine diyarkirin dê li gor rewşa hewayê bên nirxandin û encamek bê ragihandin.

Li parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyê jî bi heman sedemê Rêyên Asmanî ya Tirk (THY) 238 geştên di navbear 5 û 6ê Sibata 2023an de betal kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst