Girtiyê Kurd piştî 30 salan ji girtîgehê derket

Hewlêr (Rûdaw) - Girtiyê Kurd Yakup Guneş ê ku di sala 1992'an de li navçeya Gimgim a Mûşê ya Bakurê Kurdistanê hatibû girtin, piştî 30 salan hat berdan.

Girtiyê siyasî Yakup Guneş ê li Girtîgeha Tîpa T a Şakranê ya Îzmîrê dihat girtin, piştî 30 salan hat berdan.

Guneş di sala 1992'an de li Navçeya Varto ya Mûşê bi îdiaya "hewl daye hin erdên di bin serweriya dewletê de ji rêveberiya dewletê veqetîne" hatibû girtin.

Piştre ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) ve cezayê heta hetayê lê hatibû birrîn.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, diviyabû di 03'ê Mijdara 2022'an de serbest bihata berdan, lê bi hinceta ku `halxweşî nîne` ji aliyê Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve berdana wî 3 meh hat paşxistin.

Guneş ji aliyê malbatê, rêveberên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan a Egeyê (Ege TUHAYDER) ve hat pêşwazîkirin.