Li Herêma Kurdistanê rojane zêdetirî 4 hezar û 500 ton gilêş tê komkirin

04-02-2023
RÛDAW
Li Herêma Kurdistanê rojane zêdetirî 4 hezar û 500 ton gilêş tê komkirin
Li Herêma Kurdistanê rojane zêdetirî 4 hezar û 500 ton gilêş tê komkirin
Nîşan Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî agahiyên Rûdawê, li Herêma Kurdistanê rojane zêdetirî 4 hezar û 500 ton gilêş (zibil) tê komkirin. Li Silêmanî û Duhokê gilêş têne recyclekirin (cardin bikaranîn), li Hewlêr û Helebceyê jî gilêş tên binaxkirin.

Li Herêma Kurdistanê herî zêde gilêş li Hewlêrê tê komkirin ku rojane nêzîkî 2 hezar 500 ton e. Li Silêmaniyê rojane zêdetirî 1000 ton, li Duhokê 455 ton û li Helebceyê jî 55 ton gilêş tê komkirin.

Jinavbirina gilêşê li Herêma Kurdistanê

Gilêşên ku tên komkirin hinek tên binaxkirin û hinek jî ji aliyê santralên recycle (cardin bikaranîn) ve tên bikaranîn. Berdevkê Şaredariya Hewlêrê Siyamend Kerîm ji Rûdawê re got, “Heta niha kargeheke recycle li Hewlêrê nîne. Di salên borî de me gilêş dişewitandin, ji ber wê jî bêhneke xirab belav dibû. Niha em gilêşan dixin binê erdê.”

Siyamend Kerîm da zanîn, cihê ku niha gilêş lê tê veşartin bîrek tê de hatiye kolandin da ku gaza wê derkeve û nebe sedema metirsiyê û anî ziman, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê eger bixwaze dikare di pêşerojê de vê gazê ji bo elektrîkê bikar bîne.”

Li Silêmanî û Duhokê kargehên recycle (cardin bikaranîn) hene

Berdevkê Şaredariya Silêmaniyê Zerdeşt Refîq ji Rûdawê re got, “Li Silêmaniyê rojane zêdetirî 1000 ton gilêş tê komkirin. Ji sedî 80 zêdetirê wê bi rêya kargehên recycle cardin têne bikaranîn.”

Berdevkê Şaredariya Duhokê Îsmaîl Mistefa jî li ser mijarê ji Rûdawê re ragihand, “Em rojane 455 ton gilêş kom dikin û keresteyên wê ji hev vediqetînin û ji nû ve bi kar tînin.”

Helebce bûye du herêm û rojane gilêşa herêmeke tê komkirin. Şaredariya Helebceyê dibêje, di her du rojan de 110 ton gilêş li bajêr tê komkirin.

Şaredarê Helebceyê Seyîd Hekîm Hanesûreyî ji Rûdawê re ragihand, “Em hîn jî gilêşê davêjin geliyan û paşê axê dirijînine ser, ev jî nebaş e. Projeyeke me ya nû heye lê me hîn dest pê nekiriye.”

Rêveberê şaredariyên Raperînê Aware Elî Hesen ji Rûdawê re ragihand ku ew rojane zêdetirî 400 ton gilêş kom dikin û got, “Me kargeheke recycle (cardin bikaranîn) nîne lê em wê bi şêweyekî hunerî û bê av binax dikin û bi axê vedişêrin.”

Li aliyê din Rêveberê şaredariyên Germiyan Barzan Kerîm ji Rûdawê re ragihand ku ew rojane zêdetirî 400 ton gilêş kom dikin û anî ziman, “Em gilêşan di çalan de vedişêrin ku ev ne metodeke zanistî ye û di salên pêş de ji ber nebûna kargehên recycle û nebûna cîh ji bo vegirtina gilêşê dê pirsgirêkên cidî yên jîngehê rû bidin.”

Li Herêma Kurdistanê komkirina gilêşan ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiye taybetkirin û gilêşên her bajarek yan jî zêdetir, ji aliyê yek yan çend kompanyayan ve tê komkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst