Li seranserî Rojavayê Kurdistanê berf û baran dibare

04-02-2023
Hisên Omer
Ji Efrînê heta Kobanî û herêma Cizîrê berf bariya
Ji Efrînê heta Kobanî û herêma Cizîrê berf bariya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pêla berfbarînê tevahiya navçeyên Rojavayê Kurdistanê girtiye. Ji Efrînê heta Kobanî û herêma Cizîrê berf bariyaye. Li herêma Efrînê gelek rê bi sedema berfbarînê hatine girtin. Rêjeya baranbarînê jî li herêma beramber sal borî zêde bûye.

Barîna berfê li Rojavayê Kurdistanê piraniya navçeyan daye ber xwe. Li gor zanyariyên Rûdawê ji Efrînê wergirtine, heta niha 159 mm baran bariye. Parsal heta vê demê 104 mm barîbûn. Dîmenên berfbarînê ji tevahiya herêmên Rojavayê Kurdistanê ji bo Tora Medyayî ya Rûdawê hatine şandin.

Dîmen pêşnîvroja Şemiyê ji herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê taybet ji Rûdawê re hatine şandin nîşan didin ku herêma Efrînê ketiye be bahozeke berfê. Di encamê de gelek rê li herêmê hatine girtin û tîmên berevaniya Sivîl kar ji bo vekirina wan li pêş çûn û hatinê dikin.

Xwebexşê Berevaniya Sivîl Kerem Hac dibêje: “Berfbarîneke zêde li gelek navçeyan heye. Em wek bergiriya sivîl niha kar dikin ji bo vekirina riyên ku li pêş sivîlan hatine girtin dikin. Wek hûn dibînin gelek rê bi sedema berfê hatine girtin, Wek rêya Raco ku diçe gundên Hesen Kelkawî, Heçîko Jêrîn, Heçîko Jorîn, û em ê di vekirina hemû riyan de li pêş sivîlan berdewam bin.”

Dîmenê zêde ji herêma Efrînê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re hatine şandin. Dîmenê riya ku ji gundê Etmana diçe bajarokê Raco û Dimên jî ji gundê Qurta yê nahiyeya Bilbilê jî hatine şandin.

Dîmenên gundê Jarê yê berî bajaqrokê Bilbilê yên  sibeha roja Ûemiyê ji bo Tora Medyayî ya Rûdawê hatine şandin û li gor dîmenan li navçeya Şêrawa jî berf bariye, û dîmenê û tybet ji gundê Aqîbê ji bo tora Medyayî ya Rûdawê hatine şandin.

Li navçeya Şehba jî, ku nêzkî 100.000 koçberên Efrînî ji neçarî lê bicih bûne, sir û sermaya berfê kunikên koçberan vegirtine.

Li herêma Kobanî jî, ji serê sibeha şemiyê ve berf bariya. Dîmenên ji nav bajarê Kobanî pêş nîvro hatine kişandin û taybet ji bo Rûdawê hatine şandin.

Çavkaniya ku Dîmen ji bo Rûdawê şandine got, barîna baran û niha jî berfê hêviyeke mezin dide cotyar û nişteciyên herêmê.

Barîna berfê gihişte herêma Cizîrê jî. Ev dîmen ji bajarê Dirbisiyê yê Rojavayê Kurdistanê nîvroja şemiyê taybet ji bo Rûdawê hatine şandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst