Li Amedê otobûs wergeriya: Gelek birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistannê otobûsa rewiyan wergeriya di encamê de 30 kes birîndar bûn ku ji wan birîna 4 kesan dijwar e.

Peyamnêrê Rûdawê Abduselam Akincî ragihand ku otobûsa rêwiyan a bi plaqeya 41 EF 995 a şofêrê wê  Mehmet Faysal Işik e, li ser rêya di navbera Amed û Rihayê de li 36mîn kîlometreyên ji ber berf û cemedê ji kontrola şofêr derket û wergeriya.

Ekîbên polîs, cendirme, tenduristiyê, AFAD û agirvemirandinê bo cihê bûyerê hatin şandin.

Di qezayê de 30 kes birîndar bûn û hat zanîn ku rewşa 4 birîndaran jî necîgir e.

Hin rêwiyên ku di otobusê de asê mabûn ji aliyê ekîban ve hatin derxistin.

Birîndarên qezayê bi ambûlansan bo nexweşxaneyên li bajêr hatin veguhestin.