Başûr bi erdhejeke Rojhilatê Kurdistanê hejiya

Hewlêr (Rûdaw) - Li sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê bi pileya 4.7 erdhejek pêk hat. Cihê erdhejê Rojhilatê Kurdistanê bûye lê li Xaneqîn û hin deverên Germiyanê jî hat hîskirin.

Navenda Erdhejê ya Îranê ragihand, îro Şemiyê di demjimêr 06:21an de serê sibê, li bajarê Qesra Şîrînê yê 16 kîlometre dûrî bajarê Xaneqînê, erdhejeke bi pileya 4.7 rû da.

Rêveberê Keşnasî û Erdhejê yê Silêmaniyê Aso Kemal îro Şemiyê ji Rûdawê re ragihand, “Ew erdhej li sînorên Xaneqîn û Germiyanê jî hat hîskirin, ji ber ku erdhej bihêz bû.”

Aso Kemal got ku herêma erdhej lê çêbûye li ser xeta erdhejê ye û “her roj erdhej çêdibin.”

Qaymeqamê Qesra Şîrînê Mihemed Heyderî jî diyar kir ku piştî erdhejê navenda kontrolkirina krîzê amade ye û tîmên lêkolînê ji bo herêmên erdhejê hatine şandin.

Erdheja herî mezin a li herêmê rû da li parêzgeha Kirmaşanê bû, di payîza sala 2017an de rû da. Di encamê de 620 kesan canê xwe ji dest da û 12 hezar û 386 kes jî birîndar bûn.