Piştî Serokê Baroya Amedê gef li Serokê Baroya Çewlîgê jî hat xwarin

04-02-2023
RÛDAW
Nîşan Baroya Çewligê Omer Faruk Hulaku Gefxwarin Yekitiya Baroyên Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yekitiya Baroyên Tirkiyê ragihand ku heman hesabên medya civakî yên gef li Serokê Baroya Amedê xwaribûn gef li  Serokê Baroya Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê jî xwarine û got: "Nebûna lêpirsîneke bi bandor a di derbarê van hesaban de, wêrekiyê dide bikeran û zeminê bo tawanan çêdike."

Ev demek e beşek ji hesabên medyaya civakî gefa kuştinê li Serokê Baroya Amedê Nahît Eren û malbata wî dixwarin û ev yek di nav beşek ji sazî, komele û baroyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de bûbû sedema nerazîbûnan.

Yektiya Baroyên Tirkiyê (TBB) bi daxuyaniyekê li ser hesabê xwe yê medya civakî ragihandiye ku piştî Serokê Baroya Amedê, heman hesabên medyaya civakî gefan li Serokê Baroya Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê Omer Faruk Hulaku jî dixwin û wî wek hedef nîşan didin.

Yekitiya Baroyên Tirkiyê di daxuyaniya xwe de dibêje: "Berî ku hibra daxuyaniya me ya li ser gefên dijî Serokê Baroya Amedê ziwa bibe, vê carê heman hesaban, datayên Serokê Baroya Çewlîgê Parêzer Omer Faruk Hulaku û hevjîna wî bikar anîne û ew wek hedef nîşan dane. Wek me di daxuyaniya xwe ya 1ê Sibata 2023an de anîbû ziman tehemûla me bo canjidestdan an jî êşeke nû nîne.”

Saziya navborî tekez dike ku sedema berdewamnûna gefên dijî serokên baroyan polîtîkayên bê cezakirinê ne û dibêje: “Em banga xwe ya wergirtina tedbîrên pêwîst dûbare dikin. Nebûna lêpirsîneke bi bandor a derbarê van hesaban de, wêrekiyê dide bikeran û zeminê bo tawanan çêdike. Em wek Yekitiya Baroyên Tirkiyê bo raya giştî didin zanîn ku em li ligel Serokê Baroya Çewlîgê Parêzer Omer Faruk Hulaku ne û em dê bûyerê ji nêzîk ve bişopînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst