Erdogan: Pêwendiya me li gel Nêçîrvan Barzanî di asteke pir bilind de ye

Hewlêr (Rûdaw) – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan derbarê civîna li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, “dostaniya me li gel Nêçîrvan Barzanî pir cuda ye û pêwendiya navbera me di asteke gelek bilind de ye.”

Recep Tayyip Erdogan di dema vegera ji Ukrayna de û di nav firokeyê de bersiva pirseke derbarê civîna xwe ya li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî daye û ragihandiye, “Nêçîrvan Barzanî hemû hewlekê dide bo çareserkirina pirsgirêka gaza xwezayî û ji min re got, piştî vegerê dê li gel hikûmeta navendî û hemû aliyên pêwendîdar di vê derbarê de gotûbêjan dike.”

Erdogan herwiha got, “Nêçîrvan Barzanî li Bakurê Iraqê (Herêma Kurdistanê) be jî, em gotûbêjê li ser mijarên navendî yên Iraqê jî dikin û me gotûbêj jî kirine. Dostaniya me li gel Nêçîrvan Barzanî pir cuda ye û pêwendiya navbera me di asteke gelek bilind de ye.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê civînê de ragihand:

  • Roja Çarşemê, “Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serdanekê gihîşte Tirkiyê û li Enqere li gel Serokomarê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan civiya.
  • Di civînê de pêşxistina peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Tirkiye guftûgo kir û tekezî li ser girîngî û xwesta du aliyane ya ji bo bihêztirkirina peywendiyên bazirganî û aborî yên di navbera her du aliyan de kirin.
  • Alîkariya hevbeş, rewşa siyasî ya Iraqê û pêşketinên dawî yên navçeyê bi giştî, mijarên din ên civînê bûn.”

 

 

Operasyonên Tirkiyê

Erdogan derbarê operasyon û êrişên artêşa Tirkiyê yên li nav xaka Başûrê Kurdistanê jî got, “Xelkê wê navçeyê ji terorê bêzar in” û amaje bi wê kir ku ew dê li ser operasyonên xwe berdewam bin û bo gotina wî, “li gel hilbijartina serokomar jî qonaxeke nû li Iraqê destpê dike.”

Dawî civîna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, Îlona 2020an li Enqerê bû û Nêçîrvan Barzanî di wê serdanê de jibilî, Erdogan li gel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu jî civiyabû.

Di wê civînê de jî tekezî li ser pêşxistina liv û tevger û danûstandina bazirganî ya di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê de hatibû kirin.