Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê PAKê tekez dike, divê zimanê siyasetê Kurdî be, ji ber ku bi gotina wî, “ziman bingeha netewbûnê ye” û dibêje, “Divê em li zimanê xwe xwedî derkevin.”
Proseya hilbijartina dersa Kurdî (Kurmancî-Zazakî) berdewam e û 7ê Sibatê dawî roj e. Îsal kampanyayeke berfireh birêve diçe ji bo ku malbat û zarok dersa Kurdî hilbijêrin û piştgirî jî roj bi roj berfirehtir dibe.
Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mistefa Ozçelîk li ser girîngiya zimanê Kurdî mêvanê stûdyoya Rûdaw TVyê ya li Stenbolê bû.
Armanca sereke; perwerdeya bi Kurdî
Mistefa Ozçelîk dibêje, ew bi temamî piştevaniyê li dersa bijarde ya Kurdî dikin da ku malbat zarokên xwe lê tomar bikin, lê tekez dike, yek ji armancên wan ên sereke ew e ku perwerdeya bi zimanê Kurdî bi awayekî fermî bê qebûlkirin.
Mistefa Ozçelîk amaje bi wê dike ku di vê heyamê de wan li bajarên weke Amed, Êlih, Mêrdîn û Wanê ji bo dersa Kurdî belavok belav kirin û pankart daliqandin, lê dibêje, “Li Êlih û Mêrdînê astengî ji me re çêkirin. Dewleta Tirkiyê, wisa xuya dike ku ji biryara xwe poşman e.”
Astengiyên li pêş dersa bijarte
Li gor Ozçelîk, dewletê di warê teknîkî de jî erkên xwe cîbicî nekirin û dibêje, “niha jî gelek kes dema diçin dibistanan, formê nabînin, an jî Kurmancî û Zazakî tê de tune ne. Kotaya 10 xwendekaran heye. Gelek astengiyên wek van hene.”
Tevî van kêmasî û astengiyan jî bi gotina Serokê PAKê, eger Kurd li vê dersê xwedî derketiban û baş rêkxistiban, “niha bi deh hezaran zarokên Kurd, Kurdî dizanîn, bi hezaran mamoste dê heban û bi milyonan pirtûkên Kurdî dê bihatan çapkirin.”
Mustafa Ozçelîk tekez dike, armanca wan a sereke ew e ku Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdê û dibêje, “Di rastiyê de derseke bijarte ji bo 25 milyon Kurdan, neheqiyeke mezin e. Armanca me ye ku Kurdî bibe zimanê perwerdê û em van dersan jî bikin bingeha perwerda Kurdî.”
Serokê PAKê amaje bi wê dike ku zimanê siyaseta partiyan wan Kurdî ye û dibêje, “Wek zimanê siyasetê Tirkî jî pêwîst e, lê bi awayekî bingehîn divê zimanê siyasetê Kurdî be. Helbet dema zimanek serwer be, li ser axa xwe be û xwedî dewlet be, şîn dibe.”
Helwesta HDPê; `şaşiya mezin`
Di dewama axaftina xwe de Mustafa Ozçelîk rexne li siyaseta ziman a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) digire û dibêje, “Dema 2012an biryara dersa bijarte hat dayîn, HDP li dij derket û got, `ev kêm e û lîstika dewletê ye`. Ev şaşiyeke mezin bû. Vê bandor li ser Kurdan jî kir û xelk xwedî lê derneket.”
Mustafa Ozçelîk bibîr dixe ku zêdetirî 100 şaredarî di destê Kurdan de hebûn û dibêje, “Kurdan dikarî gelek kursan vekin. Di navbera 2013-2015 de şer tune bû. Şaredariyan mixabin berpirsyariyên xwe bicih neanîn. HDP ku dengê 6 milyon Kurdan wergirt, hessasiyeta pêwîst nîşan neda. Eger rola xwe wê demê lîstiba, niha bi hezaran Kurdan Kurdî dizanîn.”
Serokê PAKê balê dikişîne ser siyaseta Tirkiyê ya taybet piştî sala 2015an û diyar dike ku wê siyasetê li ser xelkê tirseke mezin çêkir, “lewma daxwaz (bo dersa Kurdî) gelek kêm bû” û nimûneyekê jî dide, “Di dibistanekê de 500 xwendekar hebin û eger tenê 10 xwendekaran Kurdî hilbijartibin, dê bibin hedef. Lê eger 200-300 xwendekar hilbijêrin, dê asayî bibe. Divê em jî vê rewşê asayî bikin.”
Serokê Giştî yê PAKê tekez dike, hejmara zarokên Kurd ên ku dersa Kurdî hilbijartine zêde be, “dewleta Tirk jî di qonaxa din de dê neçar be perwerdeya Kurdî bixe rojeva xwe.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse