Ronahî TV: Asayiş rê nade em ofîsa xwe li Hewlêrê vekin

Hewlêr (Rûdaw) - Kenala Ronahî TV ragihand ku Hikûmeta Kurdistanê rê nedaye ku ew ofîsa xwe li Hewlêrê vekin.

Ronahî TV ku baregeha wê li Qamişloya Rojavayê Kurdistanê ye, daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand, ku Hikûmeta Kurdistanê rê nedaye wan ku ofîsa xwe li Hewlêrê vekin.

Ronahî TV eşkere dike ku, wan nivîseke fermî li gor yasayên Herêma Kurdistanê pêşkêş kiribûn, lê ev 4 meh in bersiva wan nehatiye dayîn.

Herweha di daxuyaniyê de hatiye gotin, Asayişa Hewlêrê bi hinceta ku komîteya peywendîdar ji ber Coronayê civînên xwe rawestandine, rê nedaye ew ofîsa xwe vekin.

Kenala Ronahî TV herwiha daxwaz kir ku aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Kurdistanê helwesta xwe biguherin û rê bidin wan ku ofîsa xwe vekin.

Berpirsê Ofîsa Têkiliyan a Ronahî TVyê Zîwer Şêxo beşdarî bultena Rojava ya Rûdaw TVyê bû û got ku ew dixwazin li Hewlêrê jî ofîseke wan hebe û “bêyî kêmasî me hemû belge radestî Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin bi rêya Desteya Rewşenbîrî. Niha dosyeya me li cem asayişa Başûrê Kurdistanê hatiye rawestandin.”

Zîwer Şêxo dibêje, “Cihê mixabiniyê ye ku piştî dosye ket destê wan yekser asayişê midaxele kir û parezerê me yê dosye birêvee dibir, gef li wî xwarin ku gav paşde biavêje. Lê em hewl didin ku bersiveke erênî werbigirin. Ev bû 4 meh ku me serî lê daye.”

Şêxo dibêje, “Asayişa Başûrê Kurdistanê mîna ku Ronahî TV saziyeke veşartî ye û nasnameya wê nezelal e, tevdigere. Em matmayî mane ku bersiva me nehatiye dayîn. Belgeyên me hemû temam in. Hewl didin em dev ji daxwaza xwe berdin."

Li ser siyaseta weşana Ronahî TVyê jî Şêxo, amaje bi siyaseta weşana hinek ajansên din dike ku li Başûrê Kurdistanê ofîsên wan hene û dibêje, “Eger sedemek bi vî rengî hebe, xwezî ji me re gotiban ku pirsgirêkek wiha heye ku em çareser bikin.”

Herwiha Zîwer Şêxo dibêje, kenala wan di şerê li dijî DAIŞê de roleke erênî dît û tekez dike, “Ronahî TV li ser ti aliyekî ne xeter e, li ser Başûrê Kurdistanê, li ser hikûmeta Başûrê Kurdistanê ne xeter e.”