Asayişa Herêma Kurdistanê: Kesên alaya DAIŞê bilind kiribûn hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) – Dezgeha Asayişa Herêma Kurdistanê aşkere kir, “endamderên kiryara terorîstî ya Şarezûrê” ku alaya DAIŞê li sînorê Seyid Sadiq danî bûn, hatine girtin. Îtîrafên wan kesan jî hatin belavkirin.

Dezgeha Asayişa Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand, ku encamderên “kiryara terorîstî ya sînorê Seyid Sadiq” hatin girtin.

Dezgeha Asayişa Herêma Kurdistanê ragihand, ew kes li ser rêya Pêncwên li gundê Berdereşê hatine girtin û “di îtîrafên xwe de pîlana grûpeke terorîst ya DAIŞê eşkere kirin.

Asayişa Herêma Kurdistanê eşkere jî kir, şeva borî li parêzgeha Helebce “2 terorîstên bi esilê xwe Ereb in di 2 operasyonên cuda de hatin girtin.”

Roja 25ê Berfanbara 2020an li nêzîkî gundê Mîrdê li ser rêya sereke ya qezaya Şarezûr-Derbendîxan ala DAIŞê hatibû bilind û li bin wê jî bombeyek hatibû danîn û di dema rakirina wê alê de 2 karmendên asayişê birîndar bûbûn.

Li ser biryara Serokê Dezgeha Asayişa Herêma Kurdistanê odeyeke lêkolînan ya hevbeş di navbera Rêveberiya Asayişa Şarezûr û operasyona Asayişa Silêmaniyê hate pêkanîn û dest bi lêkolînê kirin.