Deriyê sînorî yê Pêşabûr-Sêmalka hate girtin

Rûdaw (Rûdaw) - Bi biryara Rêveberiya Deriyê Pêşabûrê li aliyê Başûrê Kurdistanê, deriyê Pêşabûr-Sêmalka yê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de hate girtin.

Baz Ehmed, Rêveberê Peywendiyên li Rêveberiya Deriyê Sêmalka ji Rûdawê re got, "biryara girtina deriyê sînorî yê Sêmalka ji aliyê rêveberiya deriyê Pêşabûrê li Başûrê Kurdistanê ve hatiye dan" û wan li aliyê aliyê Rojavayê Kurdistanê ti biryarek ji bo girtina derî nedaye.

Rêveberê Deriyê Sînorî yê Pêşabûrê Şewket Berbuharî jî ji Rûdawê re got,  "girtina derî ji bo çend rojan ji ber sedemên teknîkî ye, ji ber ku ew sîstema elektronî diguherînin."

Deriyê Sêmalak-Pêşabûr, hersê rojên Yekşem, Sêşem û Pêncşemê, li pêş haletên nexweşiyê, haletên hevjîniyê û rêxistinên navdewletî û medyakaran vekirî bû.

Diyarkirina wan hersê rojan ji bo çûnûhatina di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de piştî wê yekê hat, ku di sala 2020an de ji ber pandemiya Coronayê, ew derî bo demeke dirêj hatibû girtin.

Deriyê Pêşabûr-Sêmalka deriyê herî sereke yê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de ye, ku ji bilî serdanên asayî û yên nexweşan, tevgera bazirganî jî lê tê kirin û dikeve sêgoşeya sînorî ya navbera Rojava, Başûr û Bakurê Kurdistanê.