Li du gundên Sineyê ji ber ava pîs welatî bi jehr dikevin

Hewlêr (Rûdaw) – Li gundê Sebedlû yê ser bi bajarê Bane, 28 kes ji ber bijehrketinê bo nexweşxaneyê hatin rakirin ku piştre derket sedema bijehrketinê bikaranîna ava pîs bûye.

 

Rêveberê Navenda Tendirustiyê ya Baneyê derbarê bijehrketina welatiyan de ragihand: “Ava vexwarinê ya gund, ji ber têkelbûna ava li ser erdê, pîs bûye û herwiha rêjeya kolorê jî di nav mexzena ava gund de kêm bûye.”

 

Demeke berî niha 56 kes ji xelkê gundê Zaxeya Jorîn ê ser bi Dîwandere jî ji ber bijehrketinê serdana nexweşxane û navendên tendirustiyê kiribûn.

 

Li gor navenda tendirustiyê ya Dîwandere sedema pîsbûna ava vexwarinê ya Zaxe tevî baranbarîn, têkelbûna ava derve bi mexzena ava gund bûye û heta niha jî ava wî gundî bi kêrî vexwarinê nayê û bi tankeran av ji wan re diçe.