30 çiyager çûne ser lûtkeya Çiyayê Sîpanê

05-02-2019
RÛDAW
Nîşan Çiyager Bedlîs Çiyayê Sipan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 30 çiyager ji bajarên cuda yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê çûne navçeya  Elcewaz a Bedlîsa Bakurê Kurdistanê û berê xwe dan lûtkeya Çiyayê Sîpanê.

 

Li ber Komeleya Werzişên Siruştî ya Sîpan a Elcewazê merasim hat lidarxistin û Antrenorê Federasyona Çiyageriyê ya Tirkiyeyê û Serokê Komeleyê Adem Gul di merasimê de axivî û got, ku ew bi 30 çiyagerên ku ji bajarên cuda hildikişin ser Çiyayê Sîpan. 




Adem Gul wiha diyar kir ku  zivistanê hilkişîna ser Çiyayê Sîpan êdî bi destê federasyona wan bû kevneşop.


Gul wiha got: “Hilkişîna ser çiyê di 1ê sibatê de 6 jê jin bi 30 çiyagerî ve dest pê kir. Wan şeva xwe li Zozanê Hespan li qada kampê derbas kir û plan dikin ku derkevin lutkeya Çiyayê Sîpan û vegerin Elcewazê. Hevalên me hemû perwerdeya çiyageriyê hildane."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst