Biro: Ti rêkevtin di navbera Pêşmergeyê Roj û Hêzên Nuxbe de nehatiye kirin

04-02-2019
RÛDAW
Şanda Desteya Danûstankar a Opozisyona Sûriyê li Hewlêrê serdana nûneratiaya ENKSê kir
Şanda Desteya Danûstankar a Opozisyona Sûriyê li Hewlêrê serdana nûneratiaya ENKSê kir
Nîşan ENKS Rojavayê Kurdistanê Pêşmerge Roj Îbrahîm Biro
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Desteya Danûstankar a Opozîsyona Sûriyê Îbrahîm Biro da xuyakirin, ku heta niha ti rêkevtinek di navbera Pêşmergeyê Roj û Hêzên Nuxbe yên Opozisyona Sûriyê de nehatiye kirin.


Şanda Desteya Danûstankar a Opozisyona Sûriyê li Hewlêrê serdana nûneratiaya Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) kir.


Endamê Desteya Danûstankar a Opozîsyona Sûriyê Îbrahîm Biro ku di heman demê de endamê Komîteya Têkiliyên Derve yê ENKS jî ye, di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re got, ew naxwazin piştî derketina hêzên Amerîka ji deverê şer derkeve, ji ber vê yekê ew hewl didin, ku bi rêyên dîpolmatîk û lihevkirina aliyên siyasî bi welatên xwedî bandor re, xelkê deverê bêne parastin.


Îbrahîm Biro derbarê avakirina devereke aram û vegere Pêşmergeyên Roj  ên Rojavayê Kurdistanê de wiha got: “Di mijara aram de û li ser hebûna pêşmerge heta niha ti rêkeftineke zelal di navbera ti aliyan de nîne. Danûstandinên Amerîka û Tirkiyê berdewam in. Herwiha danûstaninên Tirkiyê ligel Rûsyayê jî hene, lê di dawiyê de di navbera Rûsya, Amerîka û Tirkiyê de rêketinek çêbe. Kare me yê serek e ew e ku eger Amerîka vekişe şerek çênebe û xelk koçber nebin. Duyem jî xelkê vê deverê bikare îdare û berevaniya devera xwe bikin.”


Biro tekez kir ku divê rola Pêşmergeyên Rojava di parastin û îdareya devera rojhilatê Firatê de hebe û got ku niha ti rêkevtinek di navbera Pêşmergeyê Roj û Hêzên Nuxbe yên Opozisyona Sûriyê de nehatiye kirin.


Şanda Desteya Danustandinkarê Opozîsyona Sûriye bi serokatiya Dr. Nesir Herîrî Endamên Desteyê Îbrahîm Biro, Qasim Xetîb, Rûba Helbûş, Ebdulcebar Ikêdî û Hewas Egîd serdana Hewlêrê kiribûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst