Barîn Kobanî li goristana şehîdan a Efrînê hat veşartin

Hewlêr (Rûdaw) – Cenazeyê Barîn Kobanî û 17 şervanên din ku di şerê ligel Artêşa Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dabûn, bi amadebûna bi hezaran niştecihên Efrîn û gundên derdora wê, li goristana şehîdan hat veşartin.

 

Birayê Barîn Kobanî ku termê Barîn ji aliyê grûbên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve hatibû têkdan, di merasîma cenazeyê de diyar kir, Barîn piştî ku li Şingalê sivikatî bi jinên Kurd hate kirin çek hilda. Arif Mistefa eşkere kir ku şervanên YPG û YPJê sivikatiya ku li termê Barîn Kobanî hate kirin, bêbersiv nahêlin.

 

Dema ku termên şervanan ber bi goristanê ve dihatin birin, li herdu aliyên rê, bi sedan kes bi dirûşmên "Bijî bexwedana Efrînê" cenazeyên şervanan oxir kirin.

 

Xelkê herêma Efrînê bi jin û mêr û xort ji bo merasîma cenazeya Barîn Kobanî û şervanên din derketin kolanan.

 

Yek ji wan kesên ku beşdarî merasîmê bûbûn birayê Barîn Kobanî, Arif Mistefa bû.

 

Arif Mistefa behsa sedema çekhildana Barîn Kobanî dike û dibêje: “Piştî komkujiya Şingalê, bi serê şingaliyan hat, DAIŞ kete Şingalê, îşkence bi jinên Kurd kirin, îşkence bi însanetiyê kirin, îşkence bi mirovatiyê kirin, şehîd Barîn soza xwe da û got ezê tola jinên Şingalê hildim.”

 

Belavbûna dîmenên termê têkdayî yê Barîn Kobanî bûye sedema hêrsbûna Kurdan û birayê wê jî dibêje ku ev kar dê bêbersiv nemîne.

 

Roja 20ê Çileya 2018an Artêşa Tirkiyê dest bi operasyona ser Efrînê kir û heta niha berdewam e. Di van şer û pevçûn û topbarankirinê de ji herdu aliyan gelek kes bûne qurbanî û bi hezaran kes jî koçber bûne. Di heman demê de hinek gund û bajarok jî wêran bûne.