YNKS: Bila Asayîşa Rojava rewşenbîrên girtî berde

Hewlêr (Rûdaw) – Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê girtina endamekî yekîtiyê şermezar kir û daxuyand, ku ev yek li dijî mafê mirovan û azadiya bîr û raman e.

 

Li gorî daxuyaniya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê, ji roja 2ê Sibatê ve endamê YNKSê şaxê Girkê Legê, nivîskar Ehmed Alûcî ji aliyê Asayişa Girkê Legê ve hatiye desgîrkirin.

 

YNKSê daxuyand ku desteserkirina nivîskar Ehmed Alûcî binpêkirin e ji mafên mirovan re, di warê azadiya nerîn û derbirrînê de, herwiha ev desgîrkirin, di vê qonaxa hastyar de, ne jî berjewendiya gelê Kurd e.

 

Di daxuyaniya YNKSê de daxwaza serbestberdana nivîskar Ehmed Alûcî û hemû girtiyên siyasî û girtiyên bîr û raman hate kirin.

 

Tê zanîn ku endamê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê, şaxê Tirbe Sipiyê Ebdulrehîm Elî ev 5 meh in di girtîgehên asayişê de ye.