Şerê DAIŞê sererastkirina yasaya terorê bi paş xist

Silêmanî (Rûdaw)- Bi sedema şerê çekdarên DAIŞê li dijî Pêşmerge û hatina hezaran malbatên penaber ên ereb bo Başûrê Kurdistanê, parlamenterên îslamî li Parlamentoya Kurdistanê nexasim Fraksyona Komela Îslamî li hember sererastkirina yasaya terorê bêdeng bûn.

Endamekî Fraksyona Komela Îslamî got: “Em rewşê li ber çav digrin û em dizanin ku navçeya me di bin metirsiyê de ye.”

Lê dirêjbûna şer li gorî endamekî din ê parlamentoyê kiriye ku dirêjkirina du salên din li temenê yasaya terorê egereke pir bihêz be: “Ew yasa dikare rewşa navxwe ya bajarên Herêma Kurdistanê ji metirsiyê dûr bike.”

Roja 12.05.2014, çend parlamenterên Fraksyona Komela Îslamî li Parlamentoya Kurdistanê projeya yasayekê pêşkêşî serokatiya parlamentoyê kirin bi mebesta nehiştina yasaya terorê, ku du parlamenterên Fraksyona Goran û parlamenterekî Fraksyona Bereya Turkmanî jî îmze kiribûn.

Lê dûre fraksyonan bi 3 fraksyonên îslamî re li hev kirin li ser dirêjkirina wê yasayê bo du salên din.

Serokê Fraksyona Komela Îslamî Merwan Gelalî diyar dike ku ji ber çi wan doza nehiştina yasaya terorê kiribû: “Zulmeke mezin bi riya wê yasayê tê kirin. Lê DAIŞ hat û şer firot vî welatî û rewş aloztir kir. Hinek bend di wê yasayê de hene ku zêdegavî di wan de hatiye kirin.”

Beriya du heftiyan li Silêmaniyê, berpirsê Rêxistina Hîwa ya Kêmendaman bi yasaya terorê hat girtin. Dûre hat behskirin ku sedemê girtina wî ew bû ku wî di Facebookê de hin post belav kirine û piştevaniya DAIŞê di wan de kiriye.

Yasaya terorê heta niha 4 caran hatiye dirêjkirin û her carê bo 2 salan hatiye dirêjkirin. Cara dawî heta 16.07.2015 hat dirêjkirin.

e din ji wan parlamenterên Fraksyona Komela Îslamî ku li ser projeya yasaya sererastkirina qanûna terorê îmze kiriye dibêje eger DAIŞ nehata û şer nefirota Kurdistanê, dê wan zext û hewldanên xwe bidomanda bo sererastkirina yasaya terorê: “Şerê DAIŞê kir ku êdî zehmet be mirov doza hemwarkirina wê yasayê bike.”

Bi baweriya Necîbe Sidîq, gelek kes bi wê yasayê hatine girtin û cezakirin: “Tawana wan bi zorê bi ser wan de hatiye sepandin. Me got bila sererastkirin vê yasayê baştir bike.”

Parlamenterê Bereya Turkmanî Aydin Marûf projeya parlamenterên Komela Îslamî îmze kiribû, lê dûre xwe jê paşde dabû.

Marûf dibêje gava şerê DAIŞê dest pê kir: “Min pêwist dît ew yasa metirsiyan nehêle. Komela Îslamî digot divê yasa bê sererastkirin û dûre jî hemû fraksyonan li hev kir ku yasaya terorê heta 2 salan bê dirêjkirin.”

Endamê Fraksyona Kesk li Parlamentoya Kurdistanê Qadir Wetman, rexneyên îslamiyan li yasaya terorê red nake û dibêje: “Hinek kêmasî di vê yasayê de hene. Hin bend ne zelal in û dikarin bi gelek awayan bên şîrovekirin. Lewma divê ev bend bên zelalkirin.”

Bi baweriya Qadir Wetman, şerê DAIŞ û terorê hişt ku dirêjkirina yasaya terorê bibe pêwistiyek: “Bi dîtina parlamentoyê baş bû ku valahiyên yasayî peyda nebin.”

Serokê Komîteya Mafên Mirovan li Parlamentoya Kurdistanê Soran Omer dibêje, hemû fraksyonan li hember yasaya terorê rewşa Kurdistanê li ber çav girtiye, lê Soran ji reftara hêzên ewlekariyê dilgiran e û dibêje:

“Bi riya vê yasayê gelek binpêkirinên qanûnî tên kirin. Lê eger hêzên ewlekariyê û asayiş binpêkirinê nekin, naveroka yasayê bixwe ne xirab e. Lê mixabin heta niha jî girtî di zindanên Kurdistanê de rastî îşkencê tên.”