Hewlêr (Rûdaw)- Endamê polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Ednan Muftî ragihand ku aliyên siyasî li ser pêkanîna kabîneya heştem ya hikûmeta Herêma Kurdistanê rêkeftine, û di demek nêzîk de dê hikûmet bê ragihandin.
Ednan Muftî di hevdîtinekê de ligel balyozê Brîtaniya li Iraqê Simon Kols û konsulê giştî yê Britaniya li Hewlêrê Hiw Nivas da zanîn ku “Aliyê serkeftî di hilbijartinan de gihîştin rêkeftina dawî û di demeke nêzîk de dê kabîneya nû bê pêk anîn.”
Muftî derbarê proseya demokarsiyê li Herêma Kurdistanê de jî wiha got: “Em wek YNKê bi erkên xwe dizanin ku giraniya xwe bixin xizmeta pêşvebirin û çespandina zêdetir a prensîpên demokrasiyê.”
Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di 21ê Îlona borî de hatin emncamdan û heta niha tenê Parlamento yek carê rûniştiye, û ji ber merc û daxwazên aliyên siyasî jî heta niha kabîneya heştem ya hikûmeta Herêma Kurdistanê nehatiye pêkanîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse