Li Meletiyê erdhej çêbû

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Darendeyê ya parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 4,1 pileyan erdhejek çêbû.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro li navçeya Darendeyê ya Meletiyê erdhej çêbû.

Li gorî AFADê, erdhej demjimêr 10:35an çêbûye û hêza wê 4,1 pile bûye.

AFADê ragihand ku kûrahiya erdhejê 10 kîlometre bûye.

Li aliyê din, derbarê zererên erdhejê de heta niha ti zanyarî nehatine belavkirin.