Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê: ‘Divê dosyeya Rojîn Kabaîşê bê zelalkirin’

Amed (Rûdaw)- Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê û koma alîgirên Amedsporê ji bo çarenivîsa dosyeya Rojîn Kabaîşê were zelalkirin bi daxuyaniyekê bangî rayedaran kir.

Di daxuyaniya girseyî de bavê Rojînê û birayê wê û mirovên wê jî amade bûn.

Malbata Rojînê bawer nakin ku wê bi xwe dawî li jiyana xwe anî be.

Ew dibêjin Rojîn hatiye kuştin û bila kujerên wê werin dîtin.

Rojîn Kabaîşa ji Amedê, xwendekara Zaningeha Yuzunciyilê ya Wanê bû.

Ew  27ê Îlona 2024an li ber zaningeha xwe li peravê Gola Wanê winda bûbû û 18 roj piştre cenazeyê wê hatibû dîtin.

Quluba Perperokên Şîn a Xwendekarên Zaningeha Dîcleyê û Koma Dîrenîşê ango “Berxwedanê” ya Amedsporê li Zaningeha Dîcleyê ya bi daxuyaniyeke girseyî û hevpar xwestin dosyeya Rojîn Kabaîşê were zelalkirin.  

Xwendekara Zaningeha Yuzunciyilê ya Wanê Rojîn Kabaîşa 21 salî 17 Îlonê di nava sînorê zaningehê de li qeraxê gola Wanê winda bûbû.

Cenazeyê wê piştî windabûna bi 18 rojan ji cîhê ku lê winda bûye 24 kîlometreyan dûr hatibû dîtin.

Xwendekara Zaningeha Dîcleyê Nîhal Koyuncuyê got:

“Ewlehiya canê welatiyan namusa dewletê ye.

Em ji vir ji dilê Amedê ji Zaningeha Dîcleyê bangî serokê dewleta xwe birêz Recep Tayyîp Erdoğan û Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç dikin û dîqîrin û dibêjin,

‘Rojîn Kabaîş hevala me ya ji vî bajarî bû. Kujer an jî kujerên Rojînê divê di zûtirîn dem de werin dîtin û radestî şûrê tûj ê edeletê werin kirin.’

Em vê dixwazin. Ji bo Xwedê ji denge me re bibin deng.”

Li gorî raporên bijîşkiya dadî yên destpêkê sedema mirina Rojîn Kabaîşê wekî xwekuştin hatibû destnîşan kirin lê di serî da bavê Rojînê û bi giştî endamên malbata wê îdia dikin ku Rojîn ji aliyê hin kesan ve hatiye kuştin.

“Rojîne xwe nekuştiye”

Nîzamettîn Kabaîşê bavê Rojîn Kabaîşê jî li ser aqûbeta keça xwe wiha got:

“Na wê bi ti awayî bi xwe zerar nedaye xwe. Bila kes wisa nebêje. Çimkî ti delîleke ku wê bi xwe zerer dabe xwe nîne.

Heger tiştekî wisa hebûya rast bû. Yanî ne dîmenekî kamerayan heye ku çûbe nava avê.

Serçevan. Heger şahidek hebe serçevan, heger notek hiştibe ji xwe serçevan. Li meydanê ti delîlek nîne.

Ya din jî terme Rojînê 2 kîlometireyan dûrî unîversîteyê hat dîtin.

Tevî ew qas lêgerînan jî ti tiştek nehat dîtin.

Ez rihê xwe kur nakim. Ji xwe deste min li min nagere ku ez li kêfa xwe binerim yan jî tiştekî bikim.

Dema ez tiştekî dixwim ez tehma wê nastînim. Xewa min nayê. Qeto qeto radizêm.

Ez saet 3-4 ên şevê radibim li vîdeoyên Rojînê dinêrim tim digirîm.Heta ku kujerê Rojînê neyên dîtinê ez dê riha xwe jê nakim.”

“Bila vê meseleyê zelal bikin”

Birayê Rojîn Kabaîşê Omer Kabaîş jî li ser windabûna xwişka xwe wiha got:

“Ji ber vê rewşê em gelekî xemgînin.Em dixwazin hemû sazî dest bavêjin vê meseleyê. Bila vê kuştînê zelal bikin.Bila li ser rawestin.

Xwendekarên keç û kur yên Zaningeha Dîcleyê jî amaje bi metirsiyên li ser jiyana jin û keçikan dikin û dixwazin dosyeya Rojînê were zelalkirin.

Xwendekara Zaningeha Dîcleyê Sunduz Elhesenayê jî wiha got:

“Dema bûyerên bi vî rengî çdibin bi rastî jî meriv xwe di ewlehiyê da nabîne. Ji bo ku ji bavê Rojînê re bibe piştevanî em hemû  li vir in.”

“Dewlet dikare dozê zelal bike”

Xwendekarê Zaningeha Dîcleyê Kadîr Gur jî wiha got:

Bi gotina Tahir Elçî weke ew dibêje dewlet ku bixwaze dikare hemû dozan zelal bike û eyan bike.

Pirsgirêk jî ev e, tişta ku hat sere Rojînê hat serê gelek kesan û bi vî awayî bi van polîtîkayên bêcezakirinê dê hêj were sere gelek kesan.

Bi taybetî jî dê were serê jinan û keçikan.Me jî xwest em li vir hesasîyetekê nişan bidin.

Dengê xwe û hebûna xwe bidin nîşandan ku dozên bi vî rengî werin zelal kirin.”

“Em dixwazin bê ka çi bûye?”

Xwendekarê Zaningeha Dîcleyê Omer Aslan wiha got:

“Dê û bavê Rojînê jî wekî dê û bavê me ne. Em wê wekî xwîşka xwe dibînin.Em dixwazin ku hatiye kuştîn yan jî tiştek din bûye were zanîn.

Heger dewlet bixwaze dê zelal jî bibe.”

Lêpirsîna berfirehkirî ya li ser mirina Rojîn Kabaîşê dewam dike û li ser dosyaya wê jî biryara nepenîbûnê berdewam dike.

Li gorî gotina Baroya Wanê piştî delîlên yekalîker derkevin dê hûrgilî bên eşkerekirin û dozger dê doznameyê amade bike.