Îbrahîm Halîl Baran li ser gotinên Ahmet Turk axivî
Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk got, “50 milyon Kurd hene û berê hemûyan jî li Tirkiyeyê ye.”
Siyasetmedar Îbrahîm Halîl Baran jî wekî bersiv anî ziman, “Bila Ahmet Turk li ser navê xwe biaxive.”
Siyasetmedarê Kurd û Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk ku li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin roja pêncşemê beşdarî serdanên aliyên siyasî yên şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê bûbû û çûbû serdana Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê û Serokê MHPyê.
Ahmet Turk derbarê wan serdan û pêvajoya nû ya çareseriyê de ji medyaya Tirkiyeyê re axivî.
Gotinên Ahmet Turk ên li ser Kurdan karvedan li pey xwe anîn.
Li ser torên civakî xelkê û siyasetmedaran bertek nîşanî gotinên Ahmet Turk ên li ser Kurd û Tirkan da.
Siyasetmedarê Kurd û Serokê berê yê Partiya Kurdistanî (PAKURD) Îbrahîm Halîl Baran li ser hesabê xwe yê Xê parvekirinek kir û got:
“Bila Ahmet Turk li ser navê xwe biaxive. Berê me li Kurdistanê ye û dilê me van rojan ji bo Rojavayê lêdide.
Dibe ku hinek kesan tiştên ku sedsala borî hatin serê me ji bîr kiribin lê her hûrgiliyên wan di bîra me de ne.”
Li aliyê din, Parlamenterê AK Partiyê Galîp Ensarîoglu roja pêncşemê di hevpeyvînekê de îdia kiribû ku şandeya DEM Partiyê dê piştî serdanên Îmraliyê biçe Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û bi berpirsên PYD û HSDyê re bicive.
Turk di bersiva pirseke li ser vê mijarê de got:
“Di qonaxa niha de tiştekî wiha nîne lê me dixwest Tirkiye pêwendiyeke dostane li gel PYDyê ava bike.
Ev eşkere ye. Gelê Kurd gelê herî sekuler ê Rojhilata Navîn e.
Hembêzkirina Kurdan ji aliyê Tirkiyeyê ve dê bibe sedem ku ew li Rojhilata Navîn bibe aktoreke bi bandor.”
“Dostaniya Kurd û Tirkan dê siberoja Rojhilata Navîn diyar bike”
Ahmet Turk derbarê naveroka civîna li gel Serokê MHPyê Devlet Bahçelî û pêşwaziya wî jî got:
“Bi rastî dema mirov helwesta Bahçelî dibîne mirov şok dibe.
Mirov ferq dike ku ji dil e. Bi rastî gelekî baş pêşwazî kir. Pêwendiyên wî yên mirovî gelekî cuda ne.
Nêzîk û ji dil e. Hinek alî hewl didin vê pêvajoyê ber bi cihekî din ve bikişînin.
Take derdê me ev e, jinûveavakirina biratiya berê ya hezar salî ya Kurd û Tirkan e.
Dostaniya Kurd û Tirkan dê siberoja Rojhilata Navîn diyar bike û dê bibe pêşenga siberojeke demokratîk.
Di demeke wiha de ku em nizanin dê Rojhilata Navîn ber ku ve biçe divê Kurd û Tirk ji nû ve hev hembêz bikin.”
Siyastemdarê Kurd Ahmet Turk di beşeke din a axaftina xwe de ragihand ku wan ti bazar bi kesî re nekirine û got:
“Bazara me ew e demokrasî li vî welatî bibe daîmî. Pêwîstî bi vê yekê heye.
Îro li Rojhilata Navîn 50 milyon Kurd hene û berê hemûyan jî li Tirkiyeyê ye û xwe wekî beşek ji Tirkiyeyê dibînin.
Divê em vê yekê bikin mayînde.”
Turk destnîşan kir ku ew hîn di destpêka pêvajoyê de ne û got:
“Dê çi bibe û ber bi ku ve biçe hîn rewşeke nediyar e.
Li gel ti kesî bazar jî nînin lê pêşhatên vê carê neçar dikin ku Kurd û Tirk bi hev re bin.
Pêvajoyeke wiha ye û ti şansên me yê din nînin.”
Ahmet Turk li ser egera hevdîtineke li gel Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî got:
“Bêguman armanca me ew e li gel hemû partiyên siyasî bicivin lê helbet hinek dikarin nexwazin bicivin.
Ew ne meseleya me ye, eger hinek randevuyê nedin em nikarin tiştekî bikin.”