Serok Barzanî û Serokê Heşdî Şebiyê êrişa li dijî Pêşmergeyan şermezar kir

04-01-2024
RÛDAW
Nîşan Serok Barzanî Falih Feyaz Heşdî Şebî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Barzanî û Serokê Heşdî Şebiyê Falih Feyaz êrişa li ser baregeha Hêzên Pêşmergeyan a li Pîrmamê şermezar kirin.

Serok Mesûd Barzanî li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê Serokê Heşdî Şebiyê Falih Feyaz qebûl kir.

Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, di civînê de her du alî li ser rewşa siyasî û metirsiyên ewlehiyê yên Îraq û Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.

Serok Barzanî û Falih Feyaz êrişa li ser Hêzên Pêşmergeyan a li Pîrmamê jî şermezar kirin.

Di civînê de her wiha pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û bicihkirina bernameyên ku berê bi Hikûmeta Îraqê re hatibûn danîn hatin gotûbêjkirin.

Şeva 30ê Kanûna Pêşîna 2023yan li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê bi firokeyên bê firokevan êrişî Hêzên Pêşmergeyan hat kirin lê ti ziyanên canî çênebûn.

Serokatiya Herêma Kurdistanê piştî êrişê daxuyaniyek da û ji Hikûmeta Îraqê xwest ku li hemberî berpirsên êrişê tedbîrên cidî wergire.

Di daxuyaniya Tora Ewlehiyê ya Îraqê de jî hat gotin ku Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî bangî saziyên ewlehiyê kiriye ku lêkolîneke berfireh bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst