AMED – Li şûnwarê dîrokî 54 gorên zarokan hatin dîtin

04-01-2024
RÛDAW
Cihê kolandinê/Wêne: AA
Cihê kolandinê/Wêne: AA
Nîşan Amed Bîzans
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di şûnwarekî dîrokî yê serdema Bîzansiyan li navçeya Pasûrê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê de gorên zarokan hat dîtin.

Di kolandinên li gundê Kanîkayê yê Pasûrê de ku sala 2021ê li ser dîtina kavilên dêrekê hatin destpêkirin heta niha dêreke hezar û 500 salî û 54 gorên pitik û zarokan hatine dîtin.

Wekîlê Rêvebirê Muzexaneya Amedê Mujdat Gîzlîgol anî ziman:

“Di kolandinên li vê derê de me heta niha 50 gor dîtibûn û me îro 4 gorên din dîtin.

Em niha wan goran vedikin. Ango em dizanin ku bi tevahî 54 gor hene.”

Xebatên kolandinê li gundê Kanîkayê 15 jê pispor bi 35 karmendan berdewam dikin.

Pispor li ser eşkerekirina sedema veşartina gorên ku hemû yên zarokan in dixebitin.

“Di serdema pêşwext a Bîzansê de hatine veşartin”

Akademîsyena Zanîngeha Gazîantepê Nazli Akbaş got:

“Li vê qadê gorên pitik û zarokên di navbera 0-6 salî de hene. Li gorî lêkolînên destpêkê ev pitik û zarok ji ber nexweşiyekê nemirine lê heta niha pişkinîna skeletan a bi hurgilî nehatiye kirin.

Helbet me nexweşî tespît kirine û wê demê nexweşî hebûn. Me nexweşiyên weke pandemiyê tespît nekirin lê li gorî min ev pitik di çarçoveya çanda vaftîzê ya di serdema pêşwext a Bîzansê de hatine veşartin.”

Di kolandinên li şûnwarên dîrokî de heta niha sîkeyên Şahê Bîzansê Anastasiusê Yekemîn ku di navbera salên 491 û 518an de desthilatdarî kiriye hatine dîtin.

Herwiha 52 berhemên cur bi cur jî hatine dîtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst