Dayika 67 salî ya ku kurê wê ‘winda’ ye: Bila ez bi hesreta kurê xwe nemirim

04-01-2024
Nîşan PJAK Gerîla Winda Dayik
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îdrîs Feqihî gerîlayekî PJAKê ye. Ji aliyê hêzên Îranê ve hatiye girtin lê ev 29 meh in ku bêşerûşûn e.

Rayedaran ji malbatê re gotiye kurê we sax e lê heta niha kesî ji malbatê ew nedîtiye.

“Heqê min heye ez wî bibînim”

Fatime Meqsûdiya dêya Îdrîs di vîdeoyekê dê dibêje:

“Kurê min di zîndanê de ye, di destên Komara Îslamî de ye, heqê min heye ez wî bibînim lê dema ez diçim ku wî bibînim kes bersivê nade min.”

Îdrîs Feqihî 27ê Tîrmeha 2021ê li Bokana Rojhilatê Kurdistanê di şerekî hêzên Îranê û gerîlayên PJAKê de birîndar bûye.

Şahidan ji malbatê re gotiye ku kurê wan bi birîndarî hatiye girtin.

Dayika Îdrîs di berdewamiya vîdeoyê de dibêje, “Wan gotiye, ‘Kurê te sax e, wekî me nan dixwe, çayê vedixwe, tenduristiya wî baş e, vêca tu here.’”

“Carekê dibêjin kurê te sax e, carekê dibêjin miriye”

Fatime Meqsûdiya ku hem kurê xwe nabîne hem jî tûşî heqaretan dibe wiha behsa helwesta peywirdarên zîndanê dike:

“Dema ez çûm kurê xwe bibînim heqaret li min kirin, xeberên nexweş gotin, wan bersiv neda min.

Tiştekî bi dest naxim. Carekê dibêjin kurê te sax e, carekê dibêjin miriye.

Dayika Îdrîs çend caran li Sinê û Urmiyeyê serî li dadgehan daye da ku xebereke rasteqîn ji kurê xwe bistîne lê hemû hewlên wê be encam mane. 

“Bila bi wê hesretê nemirim”

Niha xwestek û xeyala wê dayika 67 salî tenê dîtina kurê wê ye û dibêje, “Nexweş im, hema nîv saet be jî bila ez kurê xwe bibînim, bila bi bi wê hesretê nemirim.”

 Fatime Meqsûdiyê 6ê Gulana 2023yan li ber deriyê Saziya Îstixbaratê ya Supaya Pasdaran dest bi grêvê kiriye lê roja piştî wê ew jî hatiye desteserkirin.

Saziya Efûyê ya Navdewletî 10ê Îlona 2022yan ragihand ku Îdrîs hatiye bêserûşûnkirin.

Saziya Efûyê ya Navdewletî herwiha bangî rayedarên Îranê kir ku Îdrîs an were berdan an jî malbata wî karibe wî bibîne.

Sala 2021ê du girtiyên berê yên siyasî gotiye ku wan Îdrîs li gîrtîgeheke Urmiyeyê dîtiye û ji ber şkenceyên giran tenduristiya wî gelekî xirab bûye.

Li aliyê din, PJAKê 6ê Hezîrana 2021ê ragihandibû ku du gerîlayên bi navên Îdrîs Feqihî û Muhsîn Qadirî li gundekî Bokanê canê xwe ji dest daye. 

Supaya Pasdaran jî 27ê Tîrmeha 2021ê gotibû ku di şerekî de du gerîlayan canê xwe ji dest daye û wan gerîlayek jî bi birîndarî girtiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst