Li tevahiya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê îro baran û berf e

04-01-2024
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Berf Baran
A+ A-

Hwlêr (Rûdaw) - Li gorî Rêveberiya Giştî ya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê îro li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê baran û berf dibarin.

Rêveberiya Giştî ya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê pêşbînî dike, îro li parêzgehên wekî Mereş, Amed, Êlih, Sêrt, Mêrdîn û Şirnexê şilî û baran be û egera rabûna lehiyê heye.

Rêveberiya Giştî ya Keşnasiyê ji welatiyan xwest ku tedbîrên pêwîst wergirin.

Li parêzgehên Wan, Colemêrg, Agirî, Îdir, Qers, Mûş, Erdexan, Erzirom û Sêwazê jî berf û şilope dibarin.

Rêveberiya Giştî ya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ji bo hinek ji wan parêzgehan hişyariya aşûtê jî daye.

Li seranserê Tirkiyeyê di pileya germê de guherîneke zêde nîne û li gorî demsalê pileya germê hîn bilind e.

Li hinek deveran li gel barana gur hêza ba jî zêde dibe.

Li gorî pêşbîniyan, rojên 4-5ê Kanûna Pêşîna 2024an jî li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê baran û berf dibare.

6-7ê Kanûna Pêşîn jî li gelek parêzgehên Tirkiyeyê baran e lê li Bakurê Kurdistanê hawa sayî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst