Asayîşa Rêveberiya Xweser 2 çekdarên DAIŞê girtin

Hewlêr (Rûdaw) – Asayîşa Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê li Reqayê 2 çekdarên DAIŞê girtin.

Hêzên Asayişa di daxuyaniyekê de ragihandin ku wan 2 endamên DAIŞê girtine ku destê wan di êrîşa bo ser navendeke Asayişê li Reqayê hebûye.

Li gorî daxuyaniyê, Hêzên HAT, roja Duşemê 2ê Çileya 2023an operasyoneke taybet li gundewarê bakurê Reqayê kirine û di encamê de 2 endamên DAIŞê di şaneyeke ku destê wê di êrîşa bo ser navenda Asayişê li Reqayê de hebûye girtine.

Asayişa Giştî diyar kir ku ew operasyon bi piştevaniya çavdêriya esmanî ya Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê hatiye kirin.

Piştî girtina her du endamên şaneya DAIŞê û di encama lêgerînê de, hejmarek belge li cihê armancgirtî hatine bidestxistin.