Kameramanê Rûdawê Mihemed Xelîl koça dawî kir

04-01-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kameramanê Rûdawê yê li Germiyanê Mihemed Xelîl êvara Sêşemê dema bi hevalên xwe re futbol dilîst ji nişkê ve nexweş ket û rakirin nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê tevî hemû hewldanan Mihemed Xelîl nehat rizgarkirin û canê xwe ji dest da.

Êvara duh Sêşemê 3ê Çileya 2023an, kameramanê Tora Medyayî ya Rûdawê yê li devera Germiyanê ya ser bi Silêmaniyê ve Mihemed Xelîl jiyana xwe ji dest da.

Pismamê wî, Araz Mihemed ji Rûdawê re got, Mihemed Xelîl dema bi komek hevalên xwe re futbol dilîst, ji nişkê ve nexweş ket û piştî rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Araz Mihemed got, “Êvara Sêşemê Mihemed bi hevalên xwe re futbol lîstiye, piştî ku ji yarîgehê derketine ji nişkê ve ketiye erdê û rakirine nexweşxaneyê, lê li wê derê canê xwe ji dest daye.”

Mihemed Xelîl ji sala 2018an ve di Tora Medyayî ya Rûdawê de wek kameraman dixebitî, ew zewicî bû û du zarokên wî hene.

Dîrektorê Tora Peyamnêran a Rûdawê Rêbaz Elî sersaxî ji malbata Mihemed Xelîl re xwest û got, “Ew kameramanekî jêhatî û baş bû. Di dema erka xwe de karên girîng di Rûdawê de pêk anîn û erkên xwe yên medyayî bi cih anîn. Em dê wî her tim bi rêzdarî bi bîr bînin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst