HPG: Fermandarê me Denîz Pîr canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ragihand, fermandarekî Hêzên Parastina Gel (HPG), baskê PKKê yê çekdar ê bi navê “Sait Ergul” û bi nasnavê “Denîz Pîr” canê xwe ji dest daye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGê îro di dauxyaniyekê de ragihand, fermandarê HPGê yê bi nasnavê “Denîz Pîr” û navê “Sait Ergul” di 21ê Gulana 2021an de ji zinar ketiye û jiyana xwe ji dest daye.

Li gor daxuyaniya HPGê, ew fermandarê wan li Herêma Parastinê ya Medyayê li Qendîlê di erka xwe de bûye ku ji zinar ketiye.

HPGê ragihandiye ku Denîz li gundekî navçeya Bazîdê ya Bakurê Kurdistanê li quntara Çiyayê Agiriyê ji dayik bûye û di 15ê Tebaxa 1999an de li Dêrsimê tevlî refên PKKê bûye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Ergul li ser biryara Serokê PKKê Abdullah Ocalan ji Dêrsimê ber bi Herêma Parastina Medyayê dikeve rê, lê ji aliyê hêzên emnî yên Tirkiyê ve ligel hejmarek gerîlayên din tê girtin û 5 salan di girtîgehê de maye.

Herwiha hatiye destnîşankirin ku Ergul di sala 2005an de ji girtîgehê tê berdan û careke din tevlî PKKê dibe.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGê destnîşan kiriye, ku Sait Ergul sala 2012an derbasî Herêma Amanosê bûye û bo dema 6 salan li wê herêmê di erk de bûye û paşê vegeriyaye Qendîlê.