Nûçeya wefata Mehdî Zana hat derewandin

Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetvan û nivîskarê Kurd Mehdî Zana nûçeyên derbarê mirina xwe de derewandin. Hat ragihandin ku Zana gotiye, “Melaîket min diparêzin, ez ji we hemûyan saxlemtir im.”

Îro danê sibê nûçe û agahiyên derbarê koça dawî ya siyasetvanê navdar ê Kurd Mehdî Zana yê 82 salî bi awayekî berfireh li ser torên medyaya civakî hatibûn belavkirin. Piştî belavbûna zanyariyên derbarê wefata Zana de ku li Swêdê dijî, Rûdawê hewl da xwe bigihîne xizm û hevalên wî.

Helbestvan û derhênerê Kurd Kerem Tekoglû ku pêwendiyeke wî ya nêzîk bi Mehdî Zana re heye, ji Rûdawê re ragihand ku îro danê sibê wî bi xwe bi telefonê bi Zana re axiviye û rewşa tendirustiya wî baş e.

Kerem Tekoglû diyar kir, Mehdî Zana bi awayekî pêkenokî ji wî re gotiye “Melaîket min diparêzin, ez pir baş im. Ez ji we hemûyan saxlemtir im.”