Kerkûk: Erebên hawirde gefan li cotkarekî Kurd dixwin

04-01-2023
RÛDAW
Erebên hawirde gefan li cotkarekî Kurd dixwin
Erebên hawirde gefan li cotkarekî Kurd dixwin
Nîşan Kerkûk Erebên Hawirde Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çend Erebên hawirde ku yek ji wan bi cil û bergên leşkerî ye li gundê Tercîl ê nahyeya Leylan a Kerkûkê gefan li cotkarekî Kurd dixwin û nahêlin zeviyê xwe cot biçîne. Çalak Îbrahîm ê ku xwediyê wê zeviyê ye got, “Gef li min xwarin û gotin, em guh nadine rêveberê nahyeyê û yasayan.”

Cotkarê bi navê Çalak Îbrahîm ji Rûdawê re got, “Wî [Erebê hawirde] peymana xwe nû nekiriye û girêbesta wî tune, girêbesta wî hatiye hilweşandin. Li ser vê zeviyê tapoya bav û kalên min heye. Rêveberê nahyeyê dibêje, here karê xwe bike, ew zeviyê te ye lê ew zilam tê ser min û gefan li min dixwe, sibe ku hatime kuştin kî heye li vê deştê?”

Hin cotkarên Kurd ên herêmê ji ber metirsiya Erebên hawirde heta niha jî zeviyên xwe bikar nayînin. Cotkarê bi navê Kazim Mistefa anî ziman, “Gefan li me dixwin û tên ser me, nahêlin em zeviyên xwe cot bikin, em di bin metirsiyê de ne.”

Cotkarên Kurd ên li herêmê xwedî belgeyên zeviyan in. Rêveberê nahyeyê Tirkmenekî Şîe ye û dibêje, “Kesên ku tên daxwaza zeviyan dikin ne ji vê derê ne, ew girêbestên Baasê ji wan re kiribûn hatine hilweşandin.”

Rêveberê nahyeya Leylanê Mihemed Weys anî ziman, “Ew ne ji Leylanê ne jî, ji Hewîceyê ne, dema ku komelgeha Rizgariyê hat veguhestin, ew hatin li wir bicih bûn, ev zilamê ku duh hatibû girêbsta wî hatiyer hilweşandin.”

Zêdetirî 6 hezar û 7 hezar donim zeviyên cotkarên Kurd li gundê Tercîl di bin metirsiya Erebên hawirde de ye. Li Leylanê ne tenê zeviyên Kurdan, yên cotkarên Tirkmen jî di bin metirsiyê de ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst