Mamosteyên Kurdî dê êdî di bin banê Hikûmeta Iraqê de bin

04-01-2023
RÛDAW
Nîşan Mamosteyên Kurdî Hikûmeta Iraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî nameyeke ku ji Rêveberiya Beşa Kurdî ya Wezareta Perwerdeyê ya Iraqê re hatiye şandin, mamostayên Kurdî yên li Kerkûk û herêmên Kurdistanî yên derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê dê êdî bin banê Hikûmeta Iraqê de bin.

Rêvebera Beşa Kurdî ya Wezareta Perwerdeyê ya Iraqê Sena Germiyanî roja Çarşemê 4ê Berfanbara 2023an ji Rûdawê re ragihand, “Me nameyeke fermî ji Encûmena Wezîran wergirtiye ku dê êdî  mamosteyên Kurdî di bin banê Hikûmeta Iraqê de bin.”

Sena Germiyanî ragihand, ew biryara kesên ku li deverên di bin kontrola hikûmeta federal de mamostetiyê dikin, li xwe digire.

Sena Germiyanî her wiha anî ziman, dê ji sibe ve dest bi cibicîkirina biryarê were kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst