Riha - Jina ku hevalê xwe kuşt hat girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê Bêrîvan Yucetepe ya ku hevalê xwe bi kêrê kuştibû hat girtin.

Li Rihayê ji ber ku li kolanê Mehmet Veysî Dogan bi kêrê birîndar kiribû û piştre li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da, yek ji gumanbarên ku hatibûn desteserkirin Bêrîvan Yucetepe hat girtin û gumanbarê din Mehmet O. bi mercê kontrola edlî serbest hat berdan.

Bûyer duh danê sibê li Sîteya Pîşeyî ya Evrenê çê bû.

Li gorî îdiayan ji bo ku Mehmet Veysî Dogan bi hevala xwe Bêrîvan Yucetepe re li hev bên di otomobîla hevalê wan ên hevpar de hevdîtîn pêk anîne û di otomobîlê de di navbera wan de nîqaş derketiye.

Di pevçûna ku di otomobîlê de dest pê kir de, piştî ku Mehmet Veysî Dogan ji otomobîlê peya bû ji aliyê hevala xwe Bêrîvan Yucetepe ve hat kêrkirin.

Doganê ku rakirin nexweşxaneyê tevî hewldanên bijîşkan jî jiyana xwe ji dest da. Polîsan piştî bûyerê Berîvan Yucetepe û Mehmet O. yên ku reviyane girtin.

Piştî ku li ewlehiyê îfadeyên wan hatin wergirtin, bo edliyeyê hatin şandin. Bêrîvan Yucetepe bi tawana “kuştina bi qestî” hat girtin û Mehmet O. bi mercê kontrola edlî serbest hat berdan.