Parlamentera HDPê di parlamentoyê de hestiyên ku li Geliyê Zîlan hatine dîtin kir rojev

04-01-2023
RÛDAW
Nîşan Wan Geliyê Zîlan Baroya Wanê Muazzez Orhan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentera HDPê Muazzez Orhan, ji bo lêkolînkirina hestiyên mirovan ên li Geliyê Zîlan hatine dîtin, pirsnameyê pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyê kir.

Navenda Mafên Mirovan a Baroya Wanê diyar kir ku li gundê Partaşê yê kevin ê navçeya Erdîşê piştî ku asta ava bendavê daket gelek hestiyên mirovan hatin dîtin.

Baroya Wanê di derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir û tê de got “Bi Navenda Mafên Mirovan a Baroya Wanê û saziyên sivîl ên civakî yên din re çavdêrî hat hat kirin û li Serdozgeriya Erdîşê îxbar hatiye kirin. Em şopînerê pêvajoyê ne.”

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê Muazzez Orhan hestiyên mirovan ên di 12ê Berfenbara 2022an de ji ber daketina asta ava bendava Geliyê Zîlan derketibûn rastê û ji aliyê Baroya Wanê ve hatibû rojevê, anî rojeva Parlamentoya Tirkiyê.

Di pêşnûmeya ku bi daxwaza bersivdayîna Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Bekîr Bozdag hat pêşkêşkirin de, hat destnîşankirin ku divê dozgeriya eleqedar biryara "bêyî dereng bikeve" komkirina hestiyên mirovan ên li derdorê bike û lêpirsînê bide destpêkirin.

Di pêşnûmeyê de ev pirs hatin kirin:

“*Di derbarê bermayiyên gorên komî yên ku piştî daketina asta Bendava HES'ê ya Koçkoprû ya Ercîşê derketine de ji aliyê wezareta we ve lêpirsîn hatiye destpêkirin? Di derbarê vê rewşê de ku ev mehek e ji raya giştî re tê ragihandin, ji raya giştî re ti daxuyaniyek hatiye dayîn?

* Di derbarê hestî û delîlên din ên ku li herêma navborî hatine dîtin de xebatên parastin, tespîtkirin û raporkirin hatiye kirin?

*Taybetmendiya çawahînî û çendahiyî ya hestiyên ku derketine rastê çi ne? Tê texminkirin ên çen kesan bin?

* Li ser îdiayên ku li herêma Zîlanê gorên komî yên bi vî rengî hene, ji aliyê wezareta we ve lêpirsîn, lêkolîn an jî lêpirsîn heye?

* Ji bo rûbirûbûna Zîlan û qetlîamên bi vî rengî yên di dîroka Tirkiyeyê de hûn ê ji bo eşkerekirina rastiyê çi xebat bidin destpêkirin? Li gorî daneyên arşîvên fermî di Komkujiya Zîlanê de çend Kurd hatin kuştin?

*Derbarê îdiayên kesên ku hatine kuştin di gorên bikom de hatine veşartin li ser arşîvên fermî lêkolînek hatiye kirin heye? Gorên bi kom li kîjan herêman in? Gelo ev herêmên navborî tên parastin?

Di 13ê Tîrmeha 1930an de li Geliyê Zîlan bi hezaran Kurd hatin kuştin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst