Hewlêr (Rûdaw) - Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê, hewaya sar û berfa zêde bandoreke nerênî li jiyana rojane ya welatiyan dike.
Li parêzgehên Erzerom, Agirî, Qers, Sêwas û Erdexanê kolan û park bi berfê spî bûne û rê û peyarêyan qeşa girt.
Herwiha li Erzeromê, ji ber sermaya zêde rê û peyarêyan qeşa girtiye û bo welatiyan derketina derve zehmet bûye. Hat ragihandin ku tîmên Şaredariya Bajarê Mezin a Erzeromê, ji bo paqijkirina berfê ji nav bajêr li ser kar û xebatên xwe berdewam in.
Li Agiriyê ser baniyên xaniyan û çem û rûbarên li bajêr qeşa girtin. Welatî ji bo zerarê nebînin otombîlên xwe bi çadir û brandayan dinixumînin.
Li Qersê jî sermaya zêde bandoreke nerênî li jiyana mirov û ajeldaran dike. Cihên çêrandina ajelan qeşa girtine û ajel di dîtina xwarinê de zehmetiyan dikşînin. Li Erdexanê jî ji ber serma zêde gol û çeman qeşa girtine û kolan spî bûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse