Xelkê Sûra Amedê ji xaniyên nû ne razî ne

Amed (Rûdaw) - Piştî 6 sal û mehekî li ser 6 taxên navçeya dîrokî yên Sûra Amedê hate rakirin. Ji sala 2016an heta niha bi hezaran xanî li vê navçeyê hatin xirakirin û di şûna wan de xaniyên nû hatin lêkirin. Malbatên ku piştî qedexeyê di xaniyên xwe yên nû de bi cih bûn, dibêjin ew ne ji xaniyê nû û ne jî ji kalîteya xaniyan ne razî ne. Herwiha xelkê Sûrê dibêje dewletê xaniyê wan bi erzanî ji wan kiriye û xaniyê nû ku ji xaniyên wan ên berê kevintir jî bûye bi du qatan firotiye wan.

Welatiyê Sûrê Adem Unal di sir û seqema zivistanê de ji bo xwe li ber sobeyê germ bike, pejik û êzingan dibire. Di xaniyê wî de xaza sirûştî heye lê ji ber ku hejar e û nikare heqê fatoreyê bide li xanî sobe daniye.

Adem yek ji zirarmendê Sûrê yê Amedê ye. Di dema şerê nava bajêran de xaniyê wî yê 3 qatî hatiye şewitandin û koçber bûye. Lê piştî lêkirina xaniyên nû vegeriya û kete xaniyê xwe.

Zirarmendê Sûrê Adem Unal got “Berê xaniyê min sê qat bû lê niha xaniyekî du qat dane min. Ez deyndar jî derketim. Ê min 210 hezar lîreyî hesab kir vê jî bi 460 hezar lîreyî li ser min hesab kiriye. Ez pênç nifûs im, ez ê çawa vî deynî bidim nizanim. Ez dixwazim pere ji me negirin. Ez nikarim di ser de pere bidim.”

Di mijdara 2015an de li navçeya Sûrê ya Amedê ji ber şerê nava bajêran qedexeya derketina derve hatibû ragihandin.

Piştî rakirina qedexeyê li Taxa Fatîhpaşayê tenê çend malbat ketine xaniyê xwe. Lê ew jî ji kalîteya xaniyên nû bi gazinc in.

Rûniştvana Sûrê  Sûrê dibêje “Em ê çawa bidin? Me deyn kiriye heta ku em didin. Ma qey xwedê vê qebûl dikê? Ez ji vê dinyayê heta wê dinyayê heqê min bila ji wezareta bajêrvaniyê re jî û ji mutahît re jî heram be û xwîna xinzir be.”

Zirarmenda Sûrê Felek Macar diyar kir “Ez memnûm bim nebim, wileh hemû sexte ne. Derî sexte ne, pencere sexte ne, hemû texte ne, ba jê tê.”

Li Sûrê digel rakirina qedexeyê jî çûn û hatin gelek kêm e. Ev sê destebirayên hev ku zarokatiya wan li nava Sûrê derbas bûye li ber çavên me dikevin. Ew li bîranînên xwe yên zarokatiyê digerin lê ji ber xaniyên nû bîra Sûrê nemaye û her tişt ji wan re xerîb tê.

Welatî Ehmed Fîdan ragihand “Ev der taxeke pir mezin bû lê îro anîne tenê 10 daîre tê de lêkirine.”

Welatî  Salih Sirtlan got “Ez cihê dibistanê dizanim, Mizgefta Şêxê Ereb dizanim. Ên kevin tenê ew mane. Yên din hemû xira kirine.”

Li gorî Wezareta Bajêrvaniyê ya Tirkiyeyê bi avakirina xaniyên nû û nûjenkirina cih û warên dîrokî navçeya dîrokî Sûr dê bibe navendeke mezin a geştiyariyê. Li gorî hin saziyên sivîl ên bajêr jî Sûr bi lêkirina xaniyên nû ji mîmariya xwe ya resen hatiye dûrxistin û ev derbeyeke mezin e ku li geştiyariyê hatiye xistin.