Girtina Pêşabûr-Sêmalka rê bo qaçaxçiyan xweş kir

04-01-2022
Helebja Sadon
Deriyê sînorî yê Pêşabûr-Sêmalka
Deriyê sînorî yê Pêşabûr-Sêmalka
Nîşan Pêşabûr Sêmalka Rojavayê Kurdistanê Başûrê Kurdistanê Qaçaxçî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Girtina deriyê Pêşabûr-Sêmalka ji bo qaçaxiyan bûye derfet û di vê heyama girtina derî de bi dehan kes li beramber pereyekî zêde bi qaçaxî ji Rojava derbasî Başûrê Kurdistanê hatine kirin.

Sala 2018an û dema hatina çekdarên ser bi opozisyona Sûriyê ve bo bajarê Serê Kaniyê, malbata Noredîn Ehmed neçar bû ku mal û mulkê xwe bihêle û koçî bajarokê Til Temir ê li Hesekê bibe, piştî derbasbûan zêdetirî 2 salan, ev malbat neçar bû ku koça duyem bo Herêma Kurdistanê bike.

Girtina deriyê Pêşabûr-Sêmalka keysa qaçaxçiyan li wê malbatê xweş kir ku hatina wan 1600 dolaran li ser wan rawesta.

Noredîn Ehmed, Penaber, dibêje, “Ji ber rewşa aborî ya xerab ku Rojavayê Kurdistanê tê de derbas dibe, herweha ji ber ne aramiya deverê me qesta Herêma Kurdistanê kir.”

Di 48 demjimêrên borî de, 53 kes ji deverên cuda yên Rojavayê Kurdistanê bi qaçaxî derbasî Herêma Kurdistanê bûne.

Mehmûdê 22 salî jî yek ji wan e û bi gotina wî, kesê qaçaxçî ji Dêrikê heta xala sînor 1300 dolar ji wî wergirtine.

Mehmûd Welîd, Penaber, diyar dike, “Ez daxwazkirî me ji bo xizmeta serbazî, lewma ez li Rojavayê Kurdistanê nemam, serbarê rewşa aborî ya xirab ku niha Kurd li 8 deverên xwe nemane û Ereban cihê wan girtine.

herweha Ereb bi erzanî kar dikin, lewma bêhtir heza xelkê li ser wan heye, ji bilî ku hemû karê wan bi hemahingî li gel YPGê ne û bi rastî ez daxwazkirîme ji aliyê wan ve ji bo ku ez xizmeta serbazî bikim, lewma ez nikarin tu karî bikim."

Piraniya kesên derbasbûyî genc in û ew niha çaverêyî temambûna belgeyên xwe ne da ku dest bi qonaxeke nû bikin û temambûna wan belgeyan pêdivî bi nêzîkî 2 hefteyan heye.

Xidir Reşîd, Rêkxerê Kampên Penaberan li Parêzgeha Duhokê, dibêje, “Niha navenda pêşwaziyê hatiye amadekirin, piştî ku karûbarên wan li vir temam bibin wê pêdaçûneke emnî ji aliyê asayîşê ve ji bo wan were kirin û herweha rêxistin jî wê dest bi tomarkirina navên wan bikin û eger bimînin di nava kampê de, dê formek ji bo wan were pêkanîn û eger herin cihekê din wê UNHCR li wî cihî formên wan ji bo wan amade bike.”

Li gor Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ji wan 53 kesan, 37 bi kefaleta kesûkarên xwe çûne deverên cuda yên Herêma Kurdisatnê û niha 16 kes li kampa Berdereş hatine bicihkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst