Li Dersîmê 4 herêm wek `herêma ewlekariya taybet` hatin ragihandin

04-01-2022
RÛDAW
Nîşan Dêrsim Bakurê Kurdistanê Herêma Ewlekariya Taybet
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dersîm ya Bakurê Kurdistanê bi hinceta operasyonên di çarçoveya têkoşîna dijî terorê 4 herêm heta dawiya salê wek `herêma ewlekariya taybet` hatin ragihandin.

Walîtiya Dersîmê ragihand  bi sedema operasyonên di çarçoveya têkoşîna dijî terorê de ku bi biryara Serokkomariyê tên birêvebirin  herêmên Geliyê Eli û Çemê Kiran yên ser bi navçeya Xozatê û li herêmên Egerci û Karadere yên ser bi navçeya Pulurê heta 31ê Kanûna 2022an wek herêma `ewlekariya taybet ya demkî` hatin ragihandin.

Walîtî di daxuyaniya xwe de dibêje ev biryar bi armanca ewlekariya can û malê welatiyan hatiye wergirtin û di vê çarçovê de dê biryar bê cîbicîkirin.

Li parêzgehên Bakurê Kurdistanê bi salane bi hincetên corbicor qedexe tên ragihandin û ev jî ji gelek aliyan ve bandorê li ser jiyana welatiyan dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst