Rêjeya nexweşiya SMA li Bakurê Kurdistanê zêde bûye

Hewlêr (Rûdaw) - Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê gelek kes ji destê nexweşiya SMA (Spinal Muskuler Atrofi) dinalin ku ev nexweşî niha bûye rojeva Tirkiyê. Pizîşk Mustafa Mesûd Kaya jî hûrgiliyên vê nexweşiyê aşkere kirin.

Ev nexweşiya metirsîdar ku gelekî kêm tê dîtin, masûlke û esebên zarokan digre û nahêle ku ew weke zarokên din bi asayî bilivin û berdewamiyê bidin jiyana xwe.

Heta niha çareseriyeke yekcarî nehatiye dîtin bo vê nexweşiyê, hinek dermanên ku têne bikaranîn û jiyana wan zarokan asantir dikin hene, lê ew jî gelekî giran in û herkes nikare bikire.

Malbat bi rêya torên civakî kampanyayên komkirina alîkariyê pêk tînin û ji zarokên xwe re li dermanekî digerin. Lê gelek ji wan nikarin xwe bigihînin wan dermanan.

Pizîşkê pispor Mustafa Mesûd Kaya ku di heman demê de Sekreterê Odeya Pizîşkan e ji Rûdawê re behsa hûrgiliyên nexweşiya SMA kirin û dibêje, “ev nexweşî bi rêya genetîk derbas dibe, 4 coreyên wê hene û piranî corê yekem di zarokan de tê dîtin û bi awayekî gelek bilez jî li laşê wan belav dibe. Nexweşî piranî di zarokan de tê dîtin.”

Mustafa Mesûd Kaya amaje bi wê dike ku heta sala 2016an çareserkiyeke SMA ya aktîv nebû, lê piştî wê dest bi çareseriya wê nexweşiyê hatiye kirin û eger zû dest bi tedawiyê bikin dikarin rê li ber bigirin ku zêdetir belav nebe.

Kaya diyar jî dike, ew nexweşî “ji 10 hezar zarokan di yekê de tê dîtin, li Tirkiyê ev rêje gelek zêde ye, ji ber ku zewaca bi kesûkarên nêzîk gelek zêde ye. Dermanê hatiye dîtin jî 4 mehan carekê tê bikaranîn û bihayê wê ne erzan e.”

Ew pizîşkê pispor dibêje, ew 75 milyon lîreyê Tirkî ku tê daxwazkirin ji bo çareserkirina zarokên nexweşên SMAyê bê terxandin, tenê têrî çareserkirina 5 zarokan dike û tekez dike, “Çareseriya vê nexweşiyê gelek buha ye.”

Li Tirkiyê salene bi boneya sersalê xelatek pere tê destnîşankirin û bi vê mebestê bilêt tên firotin. Îsal 100 milyon lîre wek xelat hat diyarkirin û tenê bilêta hemwelatiyekî li gor hejmara hatibû destnîşankirî bû û 25 milyon lîre dê bi wî hemwelatî bê dayîn û biryar e 75 milyon lîreyên din bo xezîneya dewletê bên vegerandin.

Lêbelê niha li Tirkiyê li ser torên civakî kampanyayek birêve diçe ku tê de tê daxwazkirin ew 75 milyon lîre ji bo çareserkirina zarokên nexweşên SMAyê bê terxankirin.

Ev kampanya ji aliyê parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve hat destpêkirin û di demeke kurt de belav bû û piştevaniyeke mezin dît.