BOKAN - Hêzên Îranê ofîsa Encûmena Jîngehparêziya Welat girtin

04-01-2019
RÛDAW
Nîşan Bokan Urmiye Rojhilatê Kurdistanê Encûmena Jîngehparêziya Welat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên şaredariya bajarê Bokanê li Rojhilatê Kurdistanê, ofîsa Encûmena Jîngehparêziya Welat a wî bajarî girtin.

 

Ofîsa Encûmena Jîngehparêziya Welat ku zêdetirî 4 salan e li bajarê Bokanê û gundên derdora wê kar dikir, li ser doza qayimqam û şaredariya wî bajarî hate girtin.

 

Encûmena Jîngehparêziya Welat dibêje, girtina ofîsa wan ne tenê ji bo lawazkirina wê ye, belku helwesteke nedemokratîk e, daku dengê xelkê neyê bihîstin.

 

Herwiha Encûmena Jîngehparêziya Welat Bokanê eşkere kiriye, çalakiyên wan ên sivîl û jîngehparêziyê bi girtina ofîsa wan bi dawî nayên.


Wê encûmena jîngehparêziyê herwiha ji xelkê xwest, di çarçoveya dezgehên sivîl û jîngehparêziyê de kar bikin, ji bo ku rê li ber jinavbirina jîngeh û xwezaya navçeyê bigrin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst