KNK: Partiyên Rojava dikarin ofîsên xwe vekin û karê xwe serbest bikin

Qamişlo (Rûdaw) - Endamê Komîteya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) daxwaz ji tevahiya hêz û aliyên Kurdî li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê kir, ku bê şert û merc bi hev re bicivin, û ji bo vê yekê jî, daxwaza alîkariyê ji hêz û aliyên Kurdistanî kir. Hewiha got ku Partiyên Rojavayê Kurdistanê dikarin ofîsê xwe vekin û karê xwe serbest bikin.

 

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ya Rojava vê êvarê  li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê civîneke rojnamevanî saz kir û têde hat ragihandin ku partiyên ne ruxsetkirî dikarin ofîsên xwe li Rojavayê Kurdistanê vekin.


Endamê Desteya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê şaxê Rojava Ebdulkerîm Umer diyar kir ku ew bi Rêveberiya Xweser re civiyane û li ser gelek xalan li hev kirine.


Ebdulkerîm Umer da xuyakirin ku ji bo parastina destkeftan, divê civîn û hevdîtinên vekirî di navbera tevahiya aliyan de bêne sazkirin.


Umer da zanîn ku wan bi Rêveberiya Xweser re li hev kirin ku partiyên Rojavayê Kurdistanê dikarin ofîsên xwe vekin û karê xwe bi serbestî bikin.


Di heman demê de Umer bang li hêz û aliyên Kurdistanî û saziyên ragihandinê kir ku erka xwe pêk bînin û xwest ku ji derfetên niha sûdê werbirin dibek careke din ev derfet nekevin di destê wan de.


Endamê Desteya Rêveber a Kongreya Neteweyî  tekezî li ser pêwîstiya yektiya netewî ya Kurd kir û got ji bo yekîtiya Kurdan hewldanên wan dê berdewam bin.


Herwiha Umer da xuyandin ku wan bi Encûme Rêveber a Rêveberiya Xweser re ji bo serbestberdana kesên siyasî yên di girtîgehan de ye li hev kirine.