Li Îdirê bi roketê êrîşî binkeya leşkerî ya Tirkiyê kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li sînorê parêzgeha Îdirê ya Bakurê Kurdistanê êrîşî binkeyeke leşkerî ya Tirkiyê hate kirin û di encamê de serbazek hat kuştin.

 

Li gor agahiyan, li navçeya Başan a ser bi parêzgeha Îdirê ve û li ser sînorê navbera Îran û Tirkiyê binkeyeke leşkerî ya Tirkiyê rastî êrîşeke bi roketê hat.

 

Di encama êrîşê de, leşkerekî Tirkiyê hat kuştin û 2 leşkerên din jî birîndar bûn.

 

Medyaya Tirkiyê amaje bi wê yekê nekiriye, ku êrîş ji aliyê kê ve hatiye encamdan, lê belê ragihandiye, ku birîndarên bûyerê bo Nexweşxaneya Dewletî ya Îdirê hatine veguhastin.